Jinên li Amedê Navenda Jinê ya Rosa vekir, çalakiya Leyla Guven slav kirin

  • jin
  • 16:47 29 Kanûn 2018
  • |
img
AMED - Jinan li Amedê, bi tevlêbûna sedan jin û şahiyekê Navenda Jinê ya Rosayê vekir. Jinan di vekirina Komeleya Rosa de 52'emîn roja çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven slav kir. 
 
Jinên Amedî, li dijî girtina saziyên jinan wekî alternatîf Navenda Jinê ya Rosayê bi merasimekê vekir. Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, Parlamenterên HDP'ê yên Amedê Saliha Aydeniz, Dersim Dag, Remziye Tosun û Parlamentera HDP'ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş, Rêxistinên bajêr û navçê yên HDP û DBP'ê, Saziyên Civaka Sivîl, Hevkarên KESK'a Mêrdînê û Platforma Jinê ya Êlihê beşdarî vekirinê bûn.  Berî vekirian navenda jinê Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Rahime Înce axivî û anî ziman ku ew hêvî dikin ku vekirana navenda jinê bibe wesîleya aştiyê. Piştre Seroka Damezrêneriya Navenda Jinê ya Rosayê Adalet Kaya diyar kir ku ji bo têkoşîna jinê mezin bibe ev navend vekirine û got: "Piştî hewldana darbeyê êrîş li ser saziyên jinan hatin kirin û hemû sazî hatin girtin. Wekî alternatîf me ev sazî vekir. Em bi saya têkoşîna jinên wekî Rosa Luxemburgan li virin niha."
 
'JIN WARGEHA JINÊ YE'
 
 Kaya, anî ziman ku ew hemû dizanin ku li dijî tundiyê kesek tenê nikare têbikoşe û wiha got: "Ji ber kesek nikare bi tenê têbikoşe, loma rêxistinbûyin lazim e. Li ser medyaya civakî hewldan hene ku jin bibin dijminê hevdu. Lê em jî dibêjin ku jin wargeha jinê ye. Divê em alîkariyê bidin hevdu û nebin dijminê hevdu." 
 
'BERXWEDANA GUVEN DÊ AŞTIYÊ BÎNE'  
 
Kaya, ani ziman ku Hevseroka KCD'e Leyla Guvne li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK Lideri Abdullah Ocalan 52 rojin ketine grevê û wiha got: "Piştî tecrîdktirina Ocalan herî zêde jin di bin tercîdê de ne. Berxwedana Guven dê ji bo her kesi aştiyê bîne. Vekirina navenda jinê bi xwendina peyama Abdullah Ocalan a ku di 8'ê Adara 2015'an de ji jinana şandibû bi dawî bû.  Di vekirian ku bi dirûşmeya "Jin jiyan azadî" pêk hat de, strana "Leyla Leyla Buhar e" ji bo Leyla Guven hat strîn.