Jin ji bo têkoşîna hevpar di Hevdîtina Jinan a Tirkiye de kom bûn
Sala 2019'an dê bi jinan dest pê bike

  • jin
  • 13:07 5 Çile 2019
  • |
img
STENBOL - Jin ji çar aliyê Tirkiye li Stenbolê gihiştin hev. Jin bi dirûşmeya “Hevditina Jinan a Tirkiye" gihiştin hev û li ser rêbazên têkoşîna hevpar niqaş kirin. Jinan di civînê de diyar kirin ku dê heta dawi têbikoşin û peyama “Em serî natewînin! Em di malê de xwe hepis nakin! Em dest ji jiyana xwe bernadin!" dan. 
 
Rêxistina 164 jinan û LGBTÎ+  bi banga "Jin Bi Hevre Bi Hêz in" li Stenbolê kom bûn. Jin di Hevdîtina Jinan a Tirkiye de li hev kom bûn û peyama li dijî tundiyê yekîtiya xwe xurt bikin dan. Jin, ji çar aliyên Tirkiye wekî Amed, Êlih, Îzmir, Hatay, Sansûn û gelek bajarên din tev li vê hevdîtinê bûn. Jin 2 rojan li Navenda Hunerê ya Fûlya ya Beşiktaşê kom dibin û li ser rojevê jinê niqaş dikin. Ji Amedê jî Endamên Platforma Jinan a Dicle Amed (DAKAP) beşdarî vê hevdîtinê bûn. Jinên ku li Stenbolê li hev kom bûn, dê bi hevre gelek civînan pêk bînin û li ser çareseriya pirsgirêkan niqaşan bikin. Endama DAKAP'ê Deniz Aktaş, Parlamenterên HDP'ê Huda Kaya, Filîz Kerestecîoglu û Dilan Dirayet Taşdemir jî tev li civînê bûn. Civîn dê 2 rojan berdewam bike. 
 
Ewil Ji koma Kampanya Jin bi Hevre bi Hêz in Çagla Akdere axivî. Akdere, diyar kir ku jin ji 40 bajarên Tirkiye hatine li vir kom bûne û wiha got: “Sala 2019'an dê bi jinan dest pê bike. “Me li mal, kar, kolan, zanîngeh, guhd, nobetên grevê,  meclîs, tax, dezgeh, komelê me dest ji her tiştê xwe berdan û em hatin. Em tu carî serî natewînin. Em tevgera jinan li gel her tiştî kom bûne û îro bi hevre ne. Em îteat nakin. Em di malê de xwe hepis nakin. Em dest ji yina xwe bernadin." 
 
Akdere, anî ziman ku bi rê û rêbazên cuda dixwazin wan bikin dijminê hev, lê jinên Tirkiye li dijî vê helwestê tevgera jinan bi reng û mezinbûnek zêde hatine li hev kom bûne. Em hêza xwe ji piştevaniyê digirin. Em dizanin em dikarin bi vê hêz û piştevaniyê cîhanê bihejînin. Me ev yek li Arjantîn, Îran, Zelanda, Amerika, Polonya û İspanya di serhildanên jinan de dît. Em Tevgera Jinan a Tirkiye vê hêzê ji nûve hîs dikin. Em ji bo hemû jinên hatin qetilkirin li hev kom bûne." 
 
Civîn piştî axatina destpêkê ji çapemeniyê re girtî didome. 
 
Civîn dê 2 rojan berdewam bike.