'Qanûna Miftîtîyê dê bandorek neyînî li ser jiyana jinan bike'

  • jin
  • 09:47 3 Mijdar 2017
  • |
img

AMED - Endama MYK’ê ya Jinan a CHP’ê Perîhan Yardimci, dest nîşan kir ku qanûna miftîtiyê ya AKP'ê û MHP'ê di Meclîsê re derbaskirin, dê bandorek neyînî li hemû jinan bike û xwest pêşeroja jinan nekeve destê miftiyan. 

Piştî qanûna ku erka marbirînê dide miftîtiyan di Meclîsê re hat derbaskirin, gelek derdoran dertek nîşan da û ev bertek hîn jî didomin. Endama Desteya Rêvebir a Baskên Jinan a CHP’ê Perîhan yardimci, got ku ew jinên CHP’î qethiyen qanûna miftîtiyan qebûl nakin. Yardimci got ku ev pêşnûma hemû jinan eleqedar dike û rasterast êrîşî mafên jinan dike. 
 
‘WÊ JIN BITÊKOŞIN’ 
 
Yardimci, anî ziman ku ji bo îtiraza li qanûna miftîtiyê ew hin xebatan dikin û wan di çarçoveya xebatê de li 81 bajaran civînên jinan çê kiriye û wan ji hemû jinan xwestiye ku bitêkoşin. Yardimci, bi bîr xist ku ji bo demildest pêşnûma bi paş ve bê kişandin wan li navçe û bajaran kampanyaya îmzeyan daye destpêkirin û ew ê îmzeyên behevkirine bi daxwaznameyekê ji Serokomartiyê re bişînin. Yardimci got ku ew ê heta dawî bitêkoşin û ew dixwazin bi sazî û dezgehên partiyên siyasî yên din re jî xebateke kolektîf bikin. 
 
‘DIVÊ PÊŞEROJA JINAN NEKEVE DESTÊ MELE Û MIFTIYAN’ 
 
Yardimci, got ku wê qanûna navborî rê li ber zewaca di temenên biçûk de û pirzewaciyê vebike. Yardimci got ku dê paşê ev erk têkeve destê meleyan jî. Yardimci dest nîşan kir ku ew ê pêşeroja xwe nexin destê mele û miftîtiyan. 
 
Yardimci, diyar kir ku îktîdara heyî jinê nahesibîne û dixwaze wê têxe profîleke ku tenê li malê be û zarokan çê bike. Yardimci got ku îktîdar ji jinan ditirse. Yadimci diyar kir ku hemû şoreş ji aliyê jinan ve hatine kirin û gelek îktîdar ji bo jinê bitepisînin siyaseta xwe li ser bedena wê çê dikin. Yardimci got ku tim û tim jin hedef tên girtin û wiha got: “Em jin dibêjin mêrno destê xwe ji beden û jiyana me bikişînin. Heke jin siyasetê bike, zarokan çê bike , ew dizane. Ew ê biryarê bide. Dev ji lîstika xwe ya li ser jinan berdin.”
  
'DI SALEKÊ DE 372 JIN HATIN QETILKIRIN’ 
 
Yardimci, diyar kir ku ji Tîrmeha 2016’an heta niha OHAL dewam dike û ev yek herî zêde bandorê li jinan û zarokan dike. Yardimci diyar kir ku di sala dawî de jin gelek hatine mexdûrkirin û wiha got: “25 hezar û 523 jin ji karên xwe hatin îxrackirin. 50 jin bi tecawizê re rû bi rû man. 372 jin hatin kuştin. Lê belê ji bo taciz, kuştin û tecawizan cezayên ku rê li ber van bûyeran bigire nehatin birîn.”