Jin li dijî derbkirinê li Ofîsê meşiyan: Em gavan paşve navêjin

  • jin
  • 16:18 22 Çile 2019
  • |
img
AMED – Platforma Jinan a Dîcle Amedê (DAKAP), bi armanca êrîşa polîsan a li dijî endam û rêveberên xwe yên du roj berê li pêş Girtîgeha Tîpa E ya Amedê ji bo piştgiriyê bidin çalakiya Leyla Guven daxuyanî dan û hatin binçavkirin, li pêş AZC Plazayê kom bûn û meşiyan heta Egîtim Sen'ê. Jinan diyar kirin ku ew gavan paşve navêjin û dê bêtir dengê xwe bilind bikin. 
 
Platforma Jinan a Dîcle Amedê (DAKAP), li pêş AZC Plana ya Ofîsa Amedê kom bûn û êrîşa polîsan a li dijî endam û rêveberên xwe şermezar kirin. Nûnerên DAKAP'ê, bi armanca êrîşa polîsan a li dijî endam û rêveberên xwe yên du roj berê li pêş Girtîgeha Tîpa E ya Amedê ji bo piştgiriyê bidin çalakiya Leyla Guven daxuyanî dan û hatin binçavkirin, daxuyanî dan û êrîşa polîsan şermezar kirin. Polîsên ku dora Endamên DAKAP'ê pêçan, diyar kirin ku bi biryara walîtiyê dayîna daxuyaniya li vir qedexe ye. Li ser astengiya polisan jin meşiyan Şaxa Hêjmar 1 a Egîtim Senê ya Amedê. Jinan di meşê de dirûşmeyên “Em dê bi berxwedanê bi ser bikevin", “Jin Jiyan Azadî”, “Leyla Guven rûmeta me ye" û “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin. Jinan di meşê de bi tîlîyan astengiya polîsan şermezar kirin. 
 
Endamên DAKAP'ê li avahiya Şaxa Egîtîm Senê daxuyanî dan û pankarta “Leyla Guven mafdar e, divê tecrîd rabe." vekirin. Berdevka DAKAP'ê Selma Yusma diyar kirku îktîdara ku her diçe otoriteriyê li ser civakê pêş dixe, ji bo demokrasî û hiqûqê ji holê rake bêtir tundiyê li ser civakê ferz dike.  Selma Yusma, anî ziman ku ew dê li dijî vê tundiya polîsan li serdozgeriyê gilî bikin. Yusma, da zanîn ku ew dê gavan pave navêjin. Yusma, bang li wezareta dadê û rayedarên navneteweyi kir û xwest daxwazên Leyla Guven pêk bînin.