Uca: Di 4'ê Mijdarê de jina azad hedef hat girtin

  • jin
  • 12:23 3 Mijdar 2017
  • |
img

AMED - Piştî tayînkirina qeyûman a di 4'ê Mijdarê de li dijî HDP'ê operasyonên qirkirina siyasî hatin destpêkirin. Wekîla HDP'ê ya Amedê Feleknas Uca got ku "Di 4'ê Mijdarê de jina azad hedef girtin" û Tuba Hezer a ku wekîltiya wê hat xistin jî aşkera kir ku siyaset bi rengê mêr hatiye xemilandin.

Di 4'ê Mijdara 2016'an de li dijî wekîlên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) operasyona qirkirina siyasî hat destpêkirin û ev qirkirina siyasî bi hemû leza xwe dewam dike. HDP'a ku 4'ê Mijdarê wekî derbeya siyasî dinirxîne, di vê pêvajoyê de hevserokên giştî Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nav de 15 wekîlên HDP'ê hatin girtin. 27'ê wekîlên HDP'ê û beşek wan bi giştî 67 caran hatin binçavkirin. Hêj 9 wekîlên HDP'ê di girtîgehê de ne. Her wiha parlamenteriya Fîgen Yuksekdag, Besîme Konca, Nursel Aydogan, Tugba Hezer û Faysal Sariyildiz jî hat xistin. Piştî di 1'ê Mijdarê de qeyûm tayînî şaredariyên DBP'ê kirin, di 4'ê Mijdarê de li dijî HDP'ê operasyon hat destpêkirin û gelek destkeftinên partiyê hatin xespkirin.
 
Hem di 1'ê Mijdarê û hem jî di 4'ê Mijdarê de, dema wekîl û jin dihatin binçavkirin, sekna wekîla HDP'ê Besîme Konca ya li ber maşîneya zirxî û dema jinek dihat binçavkirin sekna Feleknas Uca ya parastina wê jinê, hêzeke xurt da hemû raya giştî û wêneyên wê sekna siyasetmedarên jin rastî eleqeyek mezin hat. Wekîla HDP'ê ya Amedê Feleknas Uca û Tugba Hezer a wekîltiya wê hat xistin, der barê zext û operasyonên li dijî HDP'ê û hevşaredaran de axivîn.
 
‘4'Ê MIJDARÊ DARBE Û KOMPLO BÛ’
 
Uca 4'ê Mijdarê wekî derbeya siyasî û komplo nirxand, aşkera kir ku bi van operasyonan dixwazin dengê gel qut bikin. Uca destnîşan kir ku li ser derbeya siyasî re salek derbas bûye, hêj hevserokê wan Demîrtaş dernexistine dadgehê, di vê pêvajoyê de wekîltiya hevseroka wan Fîgen Yuksekdag hatiye xistin. Uca ev hemû pêkanîn wekî derbeya li dijî vîna 6 milyon însanî pênase kir û wiha got: "Li meclisê partiya herî xurt muxalefetê dike HDP ye û dixwazin HDP'ê ji derveyê meclisê bihêlin. Ji ber wê hevserokên me, wekîl û 7 hezar endam û rêvberên me hatin girtin."
 
‘DARBE NEGIHÎŞT ENCAMÊ’ 
 
Uca got ku di 4’ê Mijdarê de dewletê wekîlên HDP’ê dîl girtiye û wiha axivî: “Heke ku ew qas êrîş û zext li dijî kîjan partiyê pêk bihata niha ew partî zû ve bûbû partiya tabelayê. HDP bi serkeftinek mezin xebatên xwe berfireh dike. Li gel OHAL û girtinan jî li qadan têkoşînê mezintir dike.”
 
‘HEDEFA BINGEHÎN A 4’Ê MIJDARÊ YÊK JÊ JÎ JIN BÛN’ 
 
Uca destnîşan kir ku hedefa sereke ya 4’ê Mijdarê ew bû ku xwestin têkoşîna jinên HDP’ê têk bibin û wiha pê de çû: “Êrîşên li dijî têkoşîn û berxwedana jinê dide nîşandan ku ev dewlet çiqas ji ramana jina azad ditirse. Ji ber vê yekê dixwazin dengê jina azad ji siyasetê qût bikin. Em bi hêza Sakîne Cansiz, Rosa Luxemburg, Clara Zetkî û bi hezaran jinên têkoşer dest bi vê têkoşînê kir û li dijî zilmê em li berxwe didin û serî radikin.” 
 
‘ROJ ROJA TIRSA FAŞÎZMÊ YE’
 
Parlamentera HDP’ê ya Wanê ku wekîltiya wê hat xistin Tugba Hezer, diyar kir ku 4’ê Mijdarê ji bo bêdengkirina têkoşîna jina ye û wiha axivî: “4’ê Mijdarê hemû nêzikatiyên li dijî bawerî, reng û gelan dide nîşan. Ji ber ku ev hemû reng, deng, ol û bawerî di bin banê HDP'ê de cih digirin, tirsa faşîzmê jî zêde kiriye. Roja ev hevgirtin hat îlan kirin, êrîşî li dijî HDP'ê jî zêde bûn.”
 
‘SIYASET VEGUHERÎ RENGÊ ZILAM’
 
Hezer, da zanîn ku ligel ku salek bi sere darbeya siyasî re derbas bû jî, biryardariya têkoşîna HDP’ê didome û wiha got: “Li dijî hemû êrîşên derve û hundir me tu gav paşve neavêt. Me tim têkoşîn bi rêv bir. Bi 1’ê Mijdarê re tayîn kirina qeyûman û di 4’ê Mijdarê de jî li dijî HDP’ê operasyon pêk anîn, hedef toşîna jinan bû. Di êrîşên dawî de jin hedef tên girtin. Armanc dikin ku têkoşîn û destkeftiyên heyî têk bibin. Rengê jinan li Kurdistanê di siyasetê de diyarde ye. Ji ber vê yekê bi hezaran jin ji şaredariyan avêtin. Niha jî şarederî veguherandine rengê dewleta zilam. Ligel polîtîkayên tunekirinê jî dê jin ji azadiyê tawîz nadin û dê nedin jî.”