Leyla Guven: Emê jinan bigihînin qadên jiyanê

  • jin
  • 11:11 20 Îlon 2017
  • |
img
AMED - KCD’ê di 17'ê îlonê de kongreya xwe pêk anî. Hevseroka KCD’ê Leyla Guvenê têkildarî xebatên pêşerojê diyar kir ku wê ji fabrîkayan heta zeviyên çandiniyê li gund û taxan derî bi derî bigerin û jinan bigihînin qadên jiyanê. 
 
KCD’ê di 17'ê Îlonê de li Salona Konferansê ya Vedat Aydin a DBP'A Amedê bi şiara ‘Ji bo Kurdistana azad roja yekitiyê ye’  8’emîn Kongreya xwe ya asayî pêk anî. Hevseroka KCD’ê Leyla Guvenê piştî kongreyê der barê xebatên jinan û pêşerojê de nirxandin kir. Guven, anî ziman ku nêviyê civakê jin in û wiha got: "Jin li dijî zîhniyeta mêr û dewletê têkoşînek mezin dimeşînin. KCD kongreya gelane. 
 
Guven, destnîşan kir ku birîna dengê jinan ne mumkune û wiha berdewam kir: "Bi taybet piştî 15’ê Tîrmehê bi KHK’yên hatin derxistin sazî û rêxistinên jinan hedef hatin girtin. Di nava saziyên hatin girtin de KJA jî hebû. Lê tevî êrîşan, di bin navê TJA’yê de berxwedana xwe berdewam kir.”
 
Guven, destnîşan kir ku ne pêkan e ku dengê jinan bê qutkirin û wiha lê zêde kir: "Ji ber jin êdî xwe û civakê nas dike. Jin li dijî van êrîşan dengê xwe bilind dikin û kampanya û mîtîgan pêk tînin.  Li dijî qetilkirina jinan têdikoşin. KCD’ê bi kotaya zayendê di qada mafê jinan de  xebat meşand. Hem nîvê delegeyan hem nîvê dîwana hevserokatiyê jinin. Di heman deme de bi pergala hevserokatiyê kongreya me xebata xwe dimeşîne. Emê rola xwe bilîzin. Di kampanyayên TJA’yê daye destpêkirin de rola xwe bilîzin û hewl bidin hemû jinan bigihînin qada jiyanê. Ji fabrîkayan heta ser erdan emê derî bi derî bigerin. Emê bi rihekî kolektif xebatên xwe bimeşînin.”
 
Guven, daxwazên jinan jî bibîr xist û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Jin aştî û jiyanek bi rumet dixwazin. Ji ber vê dayikên aştiyê bi salane têdikoşin. Jinên Kurd bi salan e li  ber girtîgehan dipên. Ji ber zarokên wan li dijî vê zilmê serî hildan û rastî êrîşan hatin. Hatin girtin. Emê têkoşîna hevalên xwe berdewam bikin.”