Rojeva jinan a 8’ê Adarê rakirina tecrîdê ye

  • jin
  • 16:09 28 Sibat 2019
  • |
img
ÊLIH – Li Êlihê bernameya çalakiyên jinan ên 8’ê Adarê Roja  Jinên Cîhanê diyar bû. Parlementera HDP’ê Ayşe Acar Başaran, diyar kir ku di rojeva jinên beşdarî çalakiyên 8’ê Adarê bibin de, dê rakirina tecrîdê hebe. 
 
Tevgera Jinên Azad  (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ya Êlihê, bernameya xwe ya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê di civîneke lidar xistin de aşekere kir. Civîn li avahiya Rêxistina HDP’ê  ya bajêr hat lidarxistin. Parlementgera Êlihê Ayşe Acar Başaran, Nemzeta Hevşaredariya Êlihê Songul Korkmaz û gelek jin beşdarî civînê bûn. 
 
Parlemeter Ayşe Acar Başaran di civînê de axivî û wiha got: “Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dabû destpê kirin, her diçe belav dibe. Em ber bi 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ve diçin. Di demek wiha de, di roja jinan de rakirina tecrîdê heye. Hevalên me ji bo jin, ciwan û jiyanek demokratîk ava bikin, li ber xwe didin û bedena xwe ji birçîbûnê re razandine. Ev ji bo vê dibêjin berxwedan. Di 8’ê Adarê de, dema em daketin qadan emê bêjin ‘Daxwazên wan daxwazên me ne.’”
 
Piştî axaftina Başaran bernameya 8’ê Adarê hat aşkere kirin. Bernameya 8’ê Adarê wiha ye: “
 
*Di 1’ê Adarê saet 13.00’an de li Qubînê starta 8’ê Adarê dê bê dayîn. 
*Di 2’yê Adarê saet 14.00’an de, dê li Kercewsê Hevdîtina Jinan pêk were. 
*Di 3’yê Adarê saet 10.00’an de, dê serdana Dayikên Aştiyê û Leyla Guven pêk were. 
*Di 4’ê Adarê saet 11.00’an de serdana nexweşan pêk were. 
*Di 5’ê Adarê saet 14.00’an de kart ji bo girtiyan bên şandin.
*Di 6’ê Adarê saet 11.00’an de, dê li Giresîra Hevdîtina Jinan pêk were.
*Di 7’ê Adarê saet 13.00’an de, belavok li bazarên semtan bên belavkirin. 
*Di 8’ê Adarê de jî, dê li qada li ber Stadyûma Bajêr a 16’ê Gulanê Mîtînga 8’ê Adarê bê lidarxistin.”