Bi êrîşa zayendî re rû bi rû ma, CÎMER'ê got 'hewce nake hûn ev qasî mezin bikin'

  • jin
  • 09:08 2 Adar 2019
  • |
img

MEREŞ – A.Ç., bi rîşa zayendî ya xwarziyê parlementerê AKP'î re rû bi rû me. Li ser vê A.Ç., serî li CÎMER'ê da. Lê belê CÎMER'ê j re got: "Dev jê berdin. Ne hewce ye mirov mezin bike." A. Ç., xwest rêxistinên jinan alîkariya wê bikin. 

Li Mereşê, di 26'ê Mijdara 2018'an de Sulyeman Tekçe, xwarizyê Parlementerê AKP'ê yê Mereşê Îmran Kiliç, hewl da A.Ç.(27) îstismar bike. Piştî vê êrîşa zayendî A.Ç. li dozgeryê, emniyetê û Wezareta Polîtîkayên Malbat û Civakiyî geriya û serî li Navenda Ragihandinê ya Serkomartiyê (CÎMER) da. 
 
Serdozgeriya Komarê ya Mereşê, bi tawanbariya "hewldana êrîşa zayendî, gefxwarin, binpêkirina azadiya kes" der barê Tekçe de îdianame amade kir. Dadgeha Cezayê Giran a 5'an a Mereşê jî îdianame qebûl kir û wê danişîna ewil di 13'ê Adara 2019'an de pêk bê. A.Ç, destnîşan kir ku ji bo Tekçe bê cezakirin ew ê heta dawiyê bitêkoşe û got: "Ger neyê cezakirin wê sibê heman titşî bîne serê jineke din jî." 
 
A.Ç., diyar kir ku zêdetirî 3 sal in ew Tekçe û malbata wî nas dike. A.Ç., anî ziman ku roja bûyerê Tekçe bi bahaneya ku tûpê vala hilgire hatiye mala wan û ji nişka ve gef lê xwarine û êrîşî wê kiriye.
 
'GEF XWARIN'
 
A.Ç., destnîşan kir ku piştî bûyerê Tekçe bi mirinê gef li wan xwariye û xwes dispêre xalê xwe yê parlementer. A.Ç., bilêv kir ku ji ber vê bûyerê derûniya wê xirab bûye û got: "Paşê em hîn bûn çend sal berê heman tişt aniye serê jineke din jî. Em ê dev ji vê bûyerê bernedin. Ji bo piştgiriyê bang li hemû rêxistinên jinan dikim. Ger ev kes niha neyê cezakirin, dibe sibê heman tiştî bîne serê jineke din jî. Wê kêliyê hevjînê min hat û xelas bûm. Belkî bi qasî min siûda jineke din tune be." 
 
‘DOZGER ÎDIANAME AMADE NEDIKIR' 
 
Hevjînê wê M.Ç. jî, diyar kir ku roja bûyerê ji ber wî xwe negihandiye hevjîna xwe çûye malê û bûye şahidê êrîşa zayendî. M.Ç., destnîşan kir ku piştî bûyerê ew çûne dozgeriyê û got: "Paşê em çûn qereqolê û me îfade da. Piştî me îfade da, wî binçav kirin. Roja din hat berdan. Me pirsî ka ji bo çi hatiye berdan. Gotin, kesek ketiye navberê û hatiye berdan. Çend meh derbas bûn, lê belê tu tiştek nehat kirin. Em fikirîn ku ji ber xalê wî yê parlementer e. Dozger îdianame amade nedikir." 
 
CÎMER: DEV JÊ BERDIN 
 
M.Ç., diyar kir ku roja bûyerê ew çûye Walîtiya Mereşê, lê belê destûr nedane ku walî bibîne. M.Ç., bilêv kir ku paşê ew li xeta 183'yan a Wezareta Polîtîkayên Malbat û Civakiyî geriyane û roja din dozger gazî wî kiriye. M.Ç. got: "Dizger ji me re got 'me doza we sewqî dadgehê kir, lê wê dadgeh bi awayekî negirtî wî bidarizîne.' Paşê em li CÎMER'ê geriyan. Meger ev xet girêdayî walîtiyê ye. Walîtiya Mereşê ji hevjîna min re got 'werin em biaxivin.' Em bi hev re çûn, lê belê ewilî bi hevjîna min ra axivîn. Di hevdîtinê de ji hevjîna min re gotine 'Ez bi xwarziyekî din ên wekîl re axivîm. Ev ne xwarizyê wî ye. Ne xizmê wî ye jî.' Paşê ez çûm. Wexta ketim odeyê ji min re gotin 'Dev ji vê bûyerê berdin. Wekî gulwazek li ser kesekî di rê de ketibe bifikirin. Jinên dixebitin tim bi bûyerên wisa re rû bi rû dimînin. Ne hewce ye ku hûn ev qasî mezin bikin.'"
 
'BILA NEYÊ SERÊ TU JÎNÎ' 
 
M.Ç., diyar kir ku piştî meh û nîvekê şûne dozger îdianame amade kiriye û got: "Şêwirmendê xalê Tekçe yê parlementer li min geriya û got 'Em ê daxilî vê bûyerê nebin.' Lê belê ez çûm kuderê derî li ser min hatin girtin. Ev jî tê wateya ku xalê wî mudaxil dibe. Eleqeya me bi xalê wî re tune ye. Lê belê ez dibêm tiliya şêwirmendên wî tê de heye. Divê cezayekî giran li vî kesî bê birin da neyê serê tu jinî jî. Ji bo vê çi ji destê me bê em ê bikin."