‘Xebatên ji bo jinan wê ji cîhanê re bibe mînak'

  • jin
  • 11:13 3 Adar 2019
  • |
img

AMED - Alîkara Hevserokên Giştî ya DBP'ê Hediye Karaaslan a ji Rêveberiyên Herêmî Berpirsyar e diyar kir ku wek mîna beriya qeyûman dê piştî 31'ê Adarê jî dê bi pêkanînên polîtîkayên jinan ku ji cîhanê re bibin mînak pêk bînin. 

Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi boneya hilbijartina xwecihî 31'ê Adarê "Beyannameya Hilbijartinê ya Jinan" di 10'ê Sibatê de li Amedê ji raya giştî eşkere kiribû. Di beyannameyê de ekolojî, azadiya jinê û pergala hevserokatiyê hatibû destnîşankirin. Yek ji pêkhateyên HDP'ê, Partiya Herêmên Demokratîk e (DBP). Alîkara Hevserokên Giştî ya DBP'ê Hediye Karaaslan a ji Rêveberiyên Herêmî Berpirsyar e der barê beyannameya jinan de axivî. 
 
Karaslan anî ziman ku navendên şêwirdariya jinan, malên starê, xetên Alo Şidet, navendên îstîxdama jinan, koperatîfên jinan, bazarên jinan ên semtan, marketên mor ên aîdî jinan, bostanên bajêr, şevînên xwendekarên keç û kereş ên ku di beyannameyê de cih digirin dê ji bo pêdiviyên jinan hildin siyaseta navendî û dê van xebatên xwe ji cîhanê re bikin mînak.  
 
'DAÎREYÊN POLÎTÎKAYÊN JINAN LI TIRKIYEYÊ YEKEM BÛ'
 
Karaaslan da zanîn ku li dijî polîtîkayên zayendperest û bavisalar ên qeyûman ji bo jin li her qadên jiyanê cih bigirin têdikoşin û got: "Em ê di demek nêz de şaredariyên xwe dîsa bi dest bixin. Em ê polîtîkayên jinan li cihê lê mane berdewam bikin. Em ê bi rêgeza temsîliyeta wekhev xebatên birêve bibin. Beriya qeyûm bên tayînkirin li hemû şaredariyên me navendên jinan û Daîreya Serokatiya Polîtîkayên Jinan hebûn û ev li Tirkiyeyê yekemîn bû. Di her warî de sazî û piştevaniya ji bo jinan hat li pêşxistin. Pirsgirêkên li bajaran herî zêde jinan eleqedar dikin. Ji ber vê yekê jî ya herî sirûştî ew e ku jin bi nêrîna xwe xebatên xwe li pêş bixin.i" 
 
TÊKOŞÎNA LI DIJÎ ŞIDETA JINAN 
 
Karaaslan destnîşan kir ku ji xebatên yek jê jî têkoşîna li dijî şideta li jinê tê kirin û wiha got: "Têkoşîna li dijî şidetê di heman demê de tê wateya têkoşîna li dijî şideta dewlet û îktîdar diafirîne jî. Em di têkoşîna li dijî şidetê de cudahiyê diafirînin û hişmendiya civakî li pêş dixin. Me li dijî şidetê û êrîşên li ser jinê li 4 şaredariyên xwe Malên Jinan ên Jiyanê ava kiribû û xwe li vir di ewlehiyê de hîs dikirin." 
 
XETÊN ALO ŞIDET 
 
Karaaslan anî ziman ku di serdema şaredariyên wan de ji bo şideta li dijî jinan xeta telefonê Alo Şidetê li Amed û Wanê ava kiribûn û ew ê hemû van mînakên wiha di dema bê de jî zêde bikin û xebatên xwe berifirehtir bikin. Karaaslan da zanîn ku yek ji xalên herî girîng a beyannameyê jî aboriya jinê ye û got: "Em di vê mijarê de xwedî tecrûbeyek girîng in. Em ê di serdema bê de jî girîngiyek mezin bidin aboriya jinan. Armanca têkoşîna me ew e jinan ji nû ve bi aboriyê, civakê û xwezayê re bîne gel hev." 
 
MAFÊ TENDURISTIYÊ 
 
Karaaslan anî ziman ku ji bo mafê tenduristiyê jî rêgezên beyannameya wan e û got: "Sedemên herî mezin ê xerakirina tenduristiyê şer, zext, talan û mêtingeriye. Bingehên sereke ne. Em ê şertên xwegihandina tenduristiyê li pêş bixin û tenduristiyek bêpere, bi zimanê dayikê û qalîte ava bikin û jinan ji bo tenduristiyê arasteyî navendên tenduristiyê bikin. Her wiha em ê li taxan li dijî bikaranîna tiryakê jî têkoşînê birêve bibin." 
 
XIZMETA BI ZIMANÊ DAYIKÊ 
 
Karaaslan diyar kir ku yek ji rêgez û xalên herî girîng jî ya beyanname û şaredariyên wan ew e xizmeta bi zimanê dayikê û pirr zimaniye û got: "Em ê li dijî yek zimaniyê têbikoşin û li dijî asîmilasyonê derkevin. Çawa me serdema beriya xizmetek pirr bi zimanî dida gel em ê niha jî vê rêgezê biparêz in. Em ê girîngiyê bidin zimanên din netewên din jî. Em ê mafê perwerdehiya zarok û xwendekaran a bi zimanê zikmakî bixin xizmetê. Wê bêtirîn xizmeta me pirr rengîn û pirr zimanî be."
 
MA / Esra Solîn Dal