Platforma Yekîtiya Jinên Kurd: Wê têkoşîna jinan bidome

  • jin
  • 20:21 7 Adar 2019
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Platforma Yekîtiya Jinên Kurd, bi boneya 8'ê Adarê daxuyanî da û di daxuyaniyê de destnîşan kir ku li her çar perçeyên welat jinan tu carî li ber pergala baviksalarî serî netewandiye û wê netewînin.
 
Platforma Yekîtiya Jinên Kurd, bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê bi awayî nivîskî daxuyanî da. 
 
Daxuyaniya platformê ev e:
 
"Em wekî jinên kurd di demek awarte de derbas dibin. Dagirkeran Kurdistan bi çar perçan kiriye û çar malbatên baviksalarî, çar civakên baviksalarî û çar dewletên baviksalarî dane ser sere jinên kurd. Dîsa jî jinên kurd li dijî serdestan têkoşîn domandin. 
 
Her waha îro jî jinên kurd li çar aliyên Kurdîstanê li dijî pergalên baviksalariyê her dem li ber xwe didin. Wekî Mîna Qazî, Zarîfe, Besê, Rewşen Bedirxan, Leyla Qasim, hemû jinên ji bo azadiyê li başûr, rojhilat, Bakur û Rojava tu car sere xwe li ber dagirkeran netewandin, natewînin û dê netewînin. Em ji xwe bawer in ku azadî û wekhewî dê bi ser bikeve. 
 
Wekî tê zanîn jinên kurd di cîhanê de rêberiya têkoşîna azadiya jinan dikin. Em wekî Platform a Yekitiya Jinên Kurd 8’ê Adarê li jinên Kurdîstanê, Tirkiye, Rojhilata Navîn û cîhanê pîroz dikin."