Bi ajotina duçerxeyan nîşan didin ku ew perçeyeke ji ekolojiyê ne

  • jin
  • 09:33 14 Mijdar 2017
  • |
img

AMED - Endamên Koma Duçerxeyan a Jinan a Amedê anîn ziman ku bikaranîna duçerxê tewrekî ekolojîst û aktivîst e û ev yek sekna azad a jina ye. 

Koma Duçerxeyan a Jinan a Amedê ku di meha Îlonê de di bin banê Şaxa Egîtîm Senê ya Amedê de hat avakirin û nêzî 50 endamên wê hene, ji bo di çûnhatinê de jin bi duçerxeyên xwe xuya bin têdikoşin. Jinan got ku armanca wan ew e ku di çûnhatinê (trafîkê) de hejmara jinên duçerxeyan bi kar tînin zêde bibe. Jinan got ku  bikaranîna duçerxê tewrekî ekolojîst û aktivîst e û ev yek sekna azad a jina ye. 
 
Zeynep Aykat a ku endama koma duçerxeyan e û mamoste ye, got ku ekolojî bêyî jinê nabe û ew bi duçerxeyên xwe nîşan didin ku unsûra ekolojiyê jin in. Aykat, got ku hemû kesên ku bi duçerxeyê tev digerin dikarin tevlî komê bibin û wiha got: "Ev kom ji bo hemû jinên hezkiriyên duçerxeyan vekiriye. Em bi duçerxeyên xwe nîşan didin ka jin çawa bi jiyana xwezayî re bûne yekpare û perçeyeke ji ekolojiyê ne. Em her hefte roja înê derdikevin trafîkê. Em di trafîkê de hebûna xwe nîşan didin. Carinan jî em gerên xwezayê jî li dar dixin."
 
PIRSGIRÊKA RIYA DUÇERXEYAN 
 
Aykat, got ku di nav komê de mamosteyên ku hatine sirgûnkirin û îxrackirin jî hene û ew bi bikaranîna duçerxeyan re di trafîkê de wê nêrîna "dera han" a li hemberî jinan dişikînin. Aykat got ku tenê li çend cihên bajêr riyên duçerxeyan hene û wiha got: "Lê halbûkî têgeha ku em jê re dibêjin duçerxe divê wek wesayîtê bajêr hembêz bike. An jê dê ev yek tenê wek hobiyê bimîne. Di pêşerojê de ji bo riyên duçerxeyan zêde bibin em ê çalakiyan li dar bixin." 
 
‘DEMA DUÇERXEYÊ BI KAR TÎNIM XWE AZAD HÎS DIKIM' 
 
Mamosteya Zimanê Îngilîz Medîne Mete jî diyar kir ku 5 sal in ew bi awayekî rêk û pêk duçerxeyê bi kar tîne. Mete got ku wê û 2 hevalên xwe bi hevdu re dest bi kar anîna duçerxeyê kiriye û dema wan nû bi kar dianî mirovan bi awayekî ecêb li wan dinerî. Mete got ku dema wan duçerxe bi kar dianî, di trafîkê de dihatin tacîzkirin û ev tişt gotin: "Dema duçerxeyê dajom bi rastî jî xwe azad hîs dikim." 
 
‘DIVÊ LI AMEDÊ RIYÊN DUÇERXEYAN BÊN ZÊDEKIRIN' 
 
Endama Meclîsa Ekolojiyê ya Amedê Çiglem Akkaya jî diyar kir ku 6 sal in ew duçerxeyê dajo. Akkaya anî ziman ku armanca wan a sereke ew e ku di trafîkê de hejmara jinên ku duçerxeyan bi kar tînin zêde bikin. Akkaya got ku li Amedê riyên duçerxeyan kêm in û ji ber ku her diçe hejmara kesên duçerxeyan dajon zêde dibin divê li Amedê jî riyên duçerxeyan zêde bibin. Akkaya, dest nîşan kir ku di heman demê de bikaranîan duçerxeyan sekneke ekolojîst û aktivîst e û wiha got: "Bikaranîna duçerxeyan bi xwe sekneke azad e. Dema em li ser azadiya jinê biaxivin, em nikarin dûrî vê bifikirin. Em bi bikaranîna duçerxeyan vê yekê nîşan didin."