Banga hestiyariyê ji bo girtîgeha Xerpetê

  • jin
  • 15:01 15 Mijdar 2017
  • |
img

STENBOL - Jinan bertek nîşanî muameleyên xerab ên Girtîgeha Tîpa T a Xerpetê dan û wiha gotin: “Xerpek mîna girtîgeha pîlot hat hilbijartin. Ger li vir encam bigirin, dê li hemû girtîgehan van polîtîkayan bixin meriyetê.” 

Saziyên jinan li dijî îdîayên îşkenceyên li ser jinên girtî yên li Girtîgeha Tîpa T a Xerpetê civîna çapemeniyê li ser xistin û bertek nîşan dan. Civîn li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan a (ÎHD) Stenbolê hat lidarxistin. Nûnerên Meclîsa Jinên Sosyalîst (SKM), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDP), Meclîsa Jinan a HDP’ê, Jinên Partiya Şoreşger, Tevgera Jinên Şoreşger (DKH), Jinên Demokratîk ên Nû (YDK), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Jinên Ciwan ên Azad (OGK) beşdarî civînê bûn. Pankarta “Li Girtîgeha Xerpetê îşkence heye” bi salona civînê ve hat kirin. 
 
Endama YDK’ê Gulsev Kaya di civînê de axivî û diyar kir ku li girtîgeha Xerpetê dewlet li dijî girtiyan polîtîkayên taybet pêk tîne. Berdevka Giştî ya SKM’Ê Fadîme Çelebî jî, anî ziman ku dixwazin bi destê dewletê girtîgehan dizayn bikin û wiha axivî: “Polîtîkayên teslîm girtînê ferz dikin. Xerpet rastiya girtîgehên li Tirkiyeyê ye. Em dixwazin jin li dijî îşkenceya heyî ben gel hev û dengê xwe bilind bikin.” 
 
'JI 12’Ê ÎLONÊ NE CÛDAYE'
 
Hevberdevka Înisiyatîfa Piştevaniya Girtîgehan Sureyya Aydin jî, destnîşan  kir ku tecrîta li Îmraliyê didome bi OHAL’ê re li hemû girtîgehan belav bû û îşkenceyên heyî ji 12’ê Îlonê ne cûdatirin. 
 
 
'DIBÊJIN KOLETIYÊ BIKIN'
 
Endama Meclisa Jinên HDK’ê Neslîhan Acar jî, da zanîn ku dewlet polîtîkayên nekarî dervede bike pratîkê, dixwaze di girtîgehan de bike pratîke.
 
Endama Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Berktay jî got ku polîtîkayên li girtîgehan ne nû ne û wiha axivî: “Dibêjin ‘koletiyê bikin, ji xwe re rehet bin.’ Di serdema AKP’ê de hêjmara  girtiyên jin 3 qat zê de bû. Divê em van polîtîkayên teslîmgirtina jinan têk bibin.”
 
Jinan di dawiya civînê de diyar kirin ku dê roja Şemiyê saet 14.00’an ji Postexaneya Galatasarayê ji girtiyên jin ên li Girtîgeha Tîpa T a Xerpetê re name û kartan bişîn in.