TJA: Em ê destûrê nedin tarîtiyê

  • jin
  • 14:07 31 Gulan 2019
  • |
img
AMED - TJA, diyar kir ku di 5 mehên destpêkê yên îsal de ji 200 zêdetir jin hatin kuştin û got: "Emê destûr nedin tarîtiya ku desthilatdariya zilam hewl dide pêş bixe."
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), derbarê tundiya li dijî jinan zêde dibe de daxuyaniyek nivîskî weşand. Daxuyaniya nivîskî ya TJA wihaye: "Tundiya li jinê pirsgirêkeke giran û berfireh e. Li gorî raporên dewletê, her wiha li gorî qeydên ne fermî, pirsgirêk gihaştiye asteke gelekî giran. Di 5 mehên ewil ên sala 2019'an de zêdeyî 200 jinan hatin kuştin. Dadgeha Bilind cezayê heta bi hetayê yê li Nevîn Yildirim hatibû birîn pejirand û parêzer Muzeyyen Îslî tevî biryara parastinê jî ji aliyê hevserê wê yê li ber cihêbûnê bû hat kuştin.
 
Li Rihayê bersûcê ku sê zarok îstîsmar kiriye bi rengekî negirtî tê darizandin û hate destnîşankirin, polîtîkaya bêcezahiştinê û daxistina ceza ji ber 'nêzîkatiya baş' dibin sedem ku tundiya li jin û zarokan zêde bibe. En xwedî mîrateya tevgera azadiya jinane. Çi dibe bila bibe emê xwedî li destketiyên jinan derkevin. Em ê rê nedin tarîtiya ku hûn hewl didin biafirînin. Li gel polîtîkayên we yên bêdengkirinê hemûyan em ê bi dengekî bilind biqîrin. Bi şiyara 'civaka azad bi jinên azad dibe' em ê têkoşîna xwe li her qadê bilind bikin."