'Pergala îktîdarê ji tirsan êrîşî pergala hevserokatiyê dike'

  • jin
  • 09:10 19 Mijdar 2017
  • |
img

AMED - Endama Lijneya Rêveberiya Navendî ya ji Rêveberiyên Herêmî Berpirsyar a BDP'ê Hediye Karaaslan diyar kir ku bi taybetî pergala navendî êrîşî çand û jinê dike û wiha got: "Pergala navendî ji ber ku ji pergala hevserokatiyê ditirse, êrîş dike û qeyûman tayîn dike."

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) di serî de azadiya jinê, demokrasî û civakek ekolojîk armanc dike û ji sala 2014'an de xist meriyetê û di hilbijartinên herêmî de 102 şaredar bi dest xistin. Bi vê serkeftinê re, têkoşîna azadiya jinê di şaredariyan de pêş xist û di gelek meclîs û asaziyan de vîna jinê derket pêş. Di tevahiya meclisên jinan ên DBP'ê de 365 endamên jin, 43 meclisên jinan ên şaredariyê, sazî û miduriyet hatin avakirin. Di van şaredariyan de di her warî de xebatên der barê jinan de dihatin kirin û ji bo jinan temsîlyeta hevserokatiyê hat bihêzkirin. Lê piştî derbeya 15'ê Tîrmehê hikûmetê OHAL îlan kir û bi riya KHK'yan qeyûm tayînî 94 şaredariyan kir. 28 hevşaredarên jin hatin girtin, 4 jinan hikum xwar. Qeyûmên hatin ser kar, destpêkê 52 saziyên jinan girtin. Endama Lijneya Rêveberiya Navendî ya ji Rêveberiyên Herêmî Berpirsyar a BDP'ê Hediye Karaaslan da zanîn ku şaredariyên ku ew bi rê ve dibin, vîna jinê û gel esas digirin.
 
‘CEWHERA KAR XEBATÊN JINÊ YE’
 
Karaaslan destnîşan kir ku şaredariya ku ew dixwazin bi pêş bixin, azadiya jinê, demokrasî û wekheviya herêmê esas digirin û wiha got: "Di sala 2014'an de em bi temsîlyeta hevserokatiyê û hevberdevkiyê ketin hilbijartinê. Di vê pêvajoyê de me zêde deng girt. Lê desthilatdariya siyasî û muktedîrên wê demê xwestin pergala hevserokatiyê krîmînalîze bikin. Wê demê tekane tişta ku me esas digirt vîna gel bû. Gel hişmendiya me ya azadîxwaz û hevgirtî pejirand."
 
Karaaslan aşkera kir ku di bingeha xebatên wan ên şaredariyê de, şaredariya herêmî heye û wiha axivî: "Em dizanin şaredarî tenê bi avahiyê û bi mewzuatên fermî yên dewletê ve ne girêdayî ye. Tu demê jî xebatên me li gorî avahiyên şaredariyê û li gorî mewzuatên fermî yên dewletê rûneniştin. Heke tiştek esas bê girtin, divê berî her tiştî vîna gel ê wê herêmê esas bê girtin."
 
‘PERGALA NAVENDÎ KET TIRSÊ’
 
Karaaslan anî ziman ku ji rêveberiyê bigire het butçeyê di gelek waran de bi anîna gel hev a gel biryar tên girtin û wiha pê de çû: "Piştî van nîqaşan me biryar anîn rojeva meclisên şaredariyan. Bêguman kêmasî û tiştên ku pêk nehatin jî hebûn, lê pergala navendî ji derve ve li dijî me êrîş da destpêkirin. Nexwestin di nav jiyana civakî de jin azadî, parastina xwe ya cewherî û têkoşîna xwe bi pêş bixe. Tişta şênber jî êrîşa li dijî pergala hevserokatiyê bû."
 
‘XEBATA ESASÎ JIN Û ÇAND BÛ’
 
Karaaslan da zanîn ku bingeha xebatên wan xebatên çand û jinê bûne û piştrast kir ku xebatên çand û jinê bi hev ve girêdayî ne, ji ber vê pergala navendî êrîşê xebatên jin û çandê kiriye. Karaaslan diyar kir ku pergala navendî dixwaze çand, ziman û her tiştên aydê kurdan bitepisîne û wiha domand: "Xwestin xebatên şaredariyan bêyî ku jin têde hebin bimeşînin. Hûn li hişmendiya wan a klasîk mêze kin, der barê jinê de gotinek wan jî tune ye."
 
'EM HÊJ LI HER DERÎ NE'
 
Karaaslan got ku "Me hêzeke jinê ya xwe dizane, xwe bi pêş dixe û di her warî de xwe bi rêxistin dike derxistiye holê" û ev tişt anîn ziman: "Avahiyên şaredariyê û saziyên girêdayê wan ji bo me tenê sembol in û em tenê wekî amûr dixebitînin, armanca me ya sereke em hêza jinê ya rêxistinkirî derxin holê. Ew qeyûman tayînê şaredariyan bikin jî em ê dest ji têkoşînê bernedin. Em hêj li tax, sazî û kuçeyan ne. Her çendî pergal êrîşê hêza me ya rêxistinkirî bike jî, lê em ê dest ji têkoşînê bernedin."
 
‘DIVÊ JIN LI DIJÎ ŞIDETÊ HÊJ XURTIR BIN’
 
Karaaslan der barê 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Şideta wiha axivî: "Şideta li dijî jinê mirov nikare ji hişmendiya pergala navendî cuda bigire dest. Dixwazin şideta li dijî jinê navendî bikin. Li dijî vê rêxistinkirin girîng e, bê rêxistinî komkujî ye. Rêxistinbûna jinê çi qasî belav be, dê ew qas êrîşê jinê bikin. Divê jin li dijî hişmendiya mêr a serdest xwe bêtir rêxistin bikin."