Jinên Edeneyi wê di 21’ê îlonê de bêjin ‘wisa naçe'

  • jin
  • 12:43 20 Îlon 2017
  • |

EDENE - Meclîsa Jinan a HDP’ê di çarçoveya kampanya "Wisa naçe, jin destûr nadin" wê di 21’ê îlonê de li Edeneyê bernameyekê pêk bînin. Endama Meclîsa Jinan a HDP’ê Sevtap Abdagê, diyar kir ku li dijî pergala serdest a mêr, dê hemû jin kom bibin û denge xwe bilind bikin. Abdage, anî ziman ku dê jin bêjin wisa naçe. 

 
Meclîsa Jinan a HDP’ê bi dirûşmeya "Wisa naçe, jin destûr nadin" dest bi kampanyayê kirin. Jin wê li çar bajaran bernameyan pêk bînin.  Jin di 21’ê îlonê de li Parka Ataturkê ya Edeneyê wê bernameyekê pêk binin. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Serpîl Kemalbay, Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Besîme Koca, Parlamentera HDP’ê ya Edenê Meral Daniş Beştaş û Parlamenerên HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Dîlek Ocalan, Fîlîz Kerestecîoglu û Bedîa Ozgokçe Ertan wê tevli çalakiye bibin. Endama Meclîsa Jinan a HDP’ê Sevtap Abdagê der barê amadekariyên beramnameyê de axivî.  Abdage, diyar kir ku di dema AKP’ê de şîdeta li ser jinê zede bûye û her cureyê politikaya hikûmetê wek şîdet li jinan vegeriyaye. Abdage, anî ziman ku wê jin destûr nedin van êrîşan û wiha got: Ev pêvajo wisa naçe. Me  wek jinên HDP’ê kampanyayek da destpêkirin. Di çarçoveya vê de emê li çar bajaran bernameyan pêk bînin. Jin wê di van bernameyan de çi bixwazin bibêjin.  Wê bêjin ev wisa derbas nabe.”
 
BANG DÊ BERSÎVÊ BIBÎNE
 
Abdage, anî ziman ku ew bi bernameya li Edenê hevparbûna bi sazî û lijneyên jinan re hedef dikin û wiha bi dawî kir: “Em wek melîs ti bernameyên xwe ji têkoşîna jinê cüda nagirin. Em wan wek parçeyek bernameyên xwe dibinin. Em hemû jinên têkoşer di vê bernameyê de dixwazin bibinin. Ji bo vê Emê bi hemû jinan re bên cem hev. Em dê li dijî pergala serdest ya mêr denge xwe bilind bikin. Em bang li jinan dikin ku beşdarî çalakiyê bibin."