Ser otopsiya Celîleyê veşartin

  • jin
  • 12:50 20 Îlon 2017
  • |
img

MÊRDÎN- Dozgeriya Komarê der barê otapsiya cenazeyê Celîle Elalmış a di 3'ê Îlonê de li Gundê Kurê yê Şemrexê hat kuştin de, biryara veşartinê da. 

 
Celîle Elalmiş a 35 salî, di 3'ê Îlonê de li Gundê Kurê yê Navçeya Şemrexê ya Mêrdîn hat kuştin û cenazeyê wê li çolê hat dîtin. Malbat, bi rojane li bende rapora otopsiyê man. Lê dozger der barê rapora otopsiyê de biryara veşartinê da. Celîle ya ji bêriyê dihat gule li bin pêsîra wê ya çepê ket û di pişta wê re derket.  Celîleya ku nayê zanin çawa hatiye kuştin dayika 5 zarokan bû.Tevî hemû hewldanên malbatê, hêj nayê zanînku Celîle çawa hatiye kuştin. Xizmên Celîleyê diyar kirin ku ew dixwazin demildest raporê bibînin û wiha pê de çûn: “Ev hefteyeke em her roj tên vir û diçin. Lê raporê nîşanê me nadin. Herî dawî me israr kir, dozgeriyê got biryara veşariyê li ser heye. Ma gelo çima biryara veşariyê didin ser. Armanca wan girtina bûyerê. Ji bo em xwe bigihînin raporê çi ji destê me bê emê bikin. Emê desturê nedin girtina vê bûyerê. Emê serî li ÎHD’a Mêrdînê bidin.”