'Mêraniya di civakê de tê parastin û tê pîrozkirin'

  • jin
  • 13:59 23 Mijdar 2017
  • |
img

EDENE/ STENBOL - Bi minasebeta 25'ê Mijdarê xebatên û çalakiyên jinan dewam dikin. Şaxa Egîtîm Senê ya Edeneyê, diyar kir ku bi mufredatan re serdestiyê di malbatê de ava dikin û mêraniya serdest a di civakê de tê parastin, tê pîrozkirin û li dijî vê hişmendiyê divê çalakiya ku Meclisa Jinan a Stenbolê li Kadikoyê pêk tîne, bê destekkirin.

Şaxa Sendîkaya Kekdarên Zanyarî û Perwerdeyê (Egîtim Sen) ya Edeneyê, bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya Li Dijî Şideta Li Ser Jinê, daxuyanî da. Daxuyaniya bi ser navê "Di mufredatê de şidet heye" li avahiya Egîtîm Senê hat dayîn û gelek saziyên wekî Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD), Komeleya Çandê ya Pîr Sultan Abdal (PSAKD) û hîndekar tev li bûn. Seroka Egîtîm Sena Edeneyê Seçîl Sonmez axivî û aşkera kir ku di 24'ê Mijdarê Roja Mamosteyan de mafê mamosteyan tê xwarin û wan bê nasname dihêlin û wiha got: "Li welatê me her dem polîtîkaya perwerdeyê ji layîq, zanyarî, demokrasî û perwerdeya bi zimanê dayikê dûr hatiye dayîn. Desthilatdariya AKP'ê jî bi polîtîkayên xwe yên ji lêpirsîn, kêfxweşî û rexnekirinê dûr tev diger û di pergala perwerdeyê de nijadperestî, piyaseyî û milîtarîzmê bi ch dike."
 
Sonmez diyar kir ku dema mufredat hat amadekirin, divê tişta esas bê girtin zanyarî derkeve pêş û wiha axivî: "MEB rolên Îslamê yên ku kevneşopiyê li ser jinê ferz dike derdixe pêş, pirtûkên ku waneyan ên ji bo perwerdeyê girîng in, mêr pîroz dike û bi jinê tune dihesibîne, şidetê bi pêş dixe." Sonmez got ku "Mêraniya di civakê de tê pîrozkirin" û wiha pê de çû: "Di mufredata nû de serdestiya mêr tê ferzkirin û hebûna malbatê tê pîroz kirin." Sonmez herî dawî xwest perwerdeya layîq, zanyarî, bê pere û pêşketî ji bo civakê bê dayîn.
 
JIN DAWETÎ KADIKOYÊ KIRIN
 
Meclisa Jinan a Stenbolê, bi minasebeta 25'ê Mijdarê dê bi dirûşma "Dê tu şidet di tariyê de nemîne" dê li ber Operaya Sureyyayê ya Kadikoyê çalakî pêk bîne. Çalakî dê saet di 20.00'an de dest pê bike û endama Meclisa Jinên Stenolê Ebru Batur bang li jinan û gel kir ku tev li çalakiyê bibin.
 
Di daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: "Em wekî jin her roj bi şidet, êrîşên zayendî, tacîzê re rû dimînin û ji bo em li dijî van êrîşan tê bikoşin, her çendî em wekî tekakesî vê nejîn, divê ji bo parastina jinan em bêjin 'Dê yeke din kêm neme' xwe bi rêxistin bikin. Jin bi hev re hêz in. Divê hemû jin li Kadikoyê tev li çalakiya me bibin."