Seroka KAHDEM'ê Kayar: Li hemberî şidetê pêdivî bi vîneke civakî heye

  • jin
  • 09:06 24 Îlon 2019
  • |
img

STENBOL - Seroka KAHDEM'ê Parêzer Habîbe Yilmaz Kayar, destnîşan kir ku li hemberî şideta li dijî jinê pêdivî bi vîneke civakiyî heye û got: "Şideta li jinê tê kirin, sûc e. Divê di sûcên bi vî rengî de 'demborî' neyê qebûlkirin." 

Li Tirkiyeyê, şideta li hemberî jinê û kuştina jinan her diçe zêde dibe. Li gorî daneyên Platforma Em ê Cinayetên Jinan Rawestînin; li Tirkiyeyê di sala 2018'an de 440 û di 8 mehên ewil ên sala 2019'an de jî 294 jin hatine kuştin. Seroka Komeleya Navenda Desteka Hiqûqî ya Ji Bo Jinan (KAHDEM) Parêzer Habîbe Kayar, destnîşan kir ku şideta li jinê tê kirin sûc e û divê bi tu awayî ji bo van sûcan 'demborî' pêk neyê. 
 
'BINPÊKIRINA MAFA YE' 
 
Kayar, bilêv kir ku şideta li jinê tê kirin binpêkirina mafa ye û got: "Sedema şidetê, ji ber newekehviya zilam û jinê ye. Çareserî jî ew e ku jin li her qadê bihêz bibe. An jê wê ev pirsgirêk çareser nebe. Tiştên diqewimin nîşan didin ku jin nayê parastin û divêtiyên peymanê pêk nayên." Kayar, anî ziman ku ji bo pêşîlêgirtina şidetê qanûn têr nakin û ji bo pêşî li şidetê bêgirtin pêdivî bi sererastkirineke nû ya qanûnî heye. Kayar, destnîşan kir ku heta qanûnên heyî pêk neyê wê bi kêrî tiştekî neyên û gotî divê peymanên maf û azadiyan esas bên girtin. Her wiha Kayar bal kişand ser Peymana Stenbolê jî û got: "Ji welatên ewilî ev peyman îmze kirin yek jê jî Tirkiye ye. Lê belê dev ji pêkanîna wê berdin, ji bo ev peyman bê betalkirin hin kampanya hatin destpêkirin. Ewlehiya ji bo peymanên ji bo mafên mirovan û mafên jinan tê binpêkirin." 
 
'DIVÊ 'DEMBORÎ' NEYÊ QEBÛLKIRIN' 
 
Kayar, destnîşan kir ku şideta li jinê tê kirin awayekî şideta sivîl e û got: "Şideta li jinê tê kirin sûc e. Divê di sûcên bi vî rengî de 'demborî' pêk neyê û neyê qebûlkirin." Kayar, bilêv kir ku qanûnên ji bo şideta li hemberî jinê bi gelemperî têr dikin, lê belê pêk nayên. Kayar, diyar kir ku ger di vî warî de hin sererastkirin pêk bên, divê divêtiyên peymanê bi tevahî esas bên girtin. 
 
'TENÊ NE MESELEYA JINÊ YE' 
 
Kayar, destnîşan kir ku ji bo pêşî li ber şideta li jinê tê kirin bê girtin pêdivî bi vîneke xurt heye û got: "Divê ev çi di warê birêvebirinê, çi di warê qanûnçêkirinê û çi jî di warê darazê de tim di rojevê de be. Şidet li jinê tê kirin tenê ne meseleya jinê ye. Meseleyeke mafên mirovan e. Ji bo vê jî divê jin bihêz bibe. Ji bo ev newekhevî ji holê bê rakirin pêdivî bi vîneke xurt heye."