'Qanûn bi tena serê xwe nikarin pêşî li ber şidetê bigirin'

  • jin
  • 09:11 24 Îlon 2019
  • |
img

MÊRSÎN – Hiqûqnasan bilêv kirin ku ji bo pêşîgirtine li ber şideta li jinê tê kirin bi tena serê xwe qanûn ne bes in û gotin: "Divê şideta li jinê tê kirin wekî sûcekî li mirovahiyê tê kirin bê qebûlkirin. Divê li hemû qadên jiyanê wekheviya zayendî ya civakiyî pêk bê." 

Her diçe şideta li jinê tê kirin zêde dibe. Hiqûqnasan, destnîşan kirin ku divê li li hemû qadên jiyanê têkoşîneke li hemberî vê şidetê hebe.  Endama Baroya Mêrsînê Parêzer Zahîde Yildiztekîn, bilêv kir ku ji pêşîgirtine li ber şidetê bi tena serê xwe qanûn têr nakin û got: "Ji ber sererastkirinên qanûnî pêk nayên her roj bûyerên şidetê diqewimin. Ji bo qanûn û peymaên heyî - Peymana Stenbolê- bi rihetî pêk bên, oêdivî bi hin mekanîzmayan heye û divê ev bi awayekî baş pêk bê." Yildiztekîn, destnîşan kir ku ji bo pêşî li ber şidetê bê girtin, beriya her tiştî pêdivî bi hişmendiyeke civakiyî heye û got: "Divê li dijî şideta li jinê tê kirin heasiyet çê bibe û divê hin sererastkirin bên kirin ku jin di warê civakiyî û aborî de serbixwe be." Yildiztekîn destnîşan kir ku şideta li jinê tê kirin binpêkirineke pir giran a mafê mirova ye.  Yildiztekîn, anî ziman ku li Tirkiyeyê gava zilamên şidetê dikin tên darizandin, li dadgehan cezayên texîlker tên birîn û got, di zêdebûna şidetê de aktorê sereke daraz e. 
 
LI HER QADÊ WEKHEVIYA ZAYENDΠ
 
Parêzer Sebahta Gençtarîh jî, bilêv kir ku divê mensûbên darazê di warê şideta li jinê tê kirin de bên perwerdekirin. Gençtarîh, anî ziman ku di warê şidetê de perwerdehî bivê nevê ye û got: "Divê şidet li jinê tê kirin wekî sûcekî li mirovahiyê tê kirin bê qebûlkirin. Divê hem rêxistinên jina hem jî siyasetmedarên jin pir baş li ser vê yekê bisekinin. Her wiha divê di pergala perwerdehiyê de jî zarok di warê şidetê de bên perwerdekirin. Teqez divê mijara wekheviya zayendî ya civakiyî hebe." Her wiha Gençtarîh destnîşan kir ku divê li hemû qadên jiyanê wekheviya jin û mêr hebe û jin li hemû qadên jiyanê xwedî gotin be. 
 
Gençtarîh, diyar kir ku ji bo pêşî li ber şidetê bê girtin divê di darazê de reformek pêk bê û got: "Divê ceza ne texîlker bin. Lê gava zilamên jin kuştine an jî sûc kirine diçin pêşberî dadger û dibêjin ew poşman in, cezayê wan tê kêmkirinç Divê tiştên wisa pêk neyên. Helbet beriya her tiştî divê li welat aştî û demokrasî çê bibe. An jê wê pirsgirêk ji cihê mayî dewam bikin." 
 
MA / Ergin Çaglar