Tahm û çêjeke cuda: Dolmeyên mendalînan

  • jin
  • 09:06 25 Îlon 2019
  • |
img

MÛGLA - Fadîme Aslan, bi mendelînan gelek xwarinên biçêj çê dike. Yek ji van xwarinan jî dolmeyên mendalîna ne. 

 
Fadîme Aslan ku li semta Tûrgûtreîs a navçeya Bodrûm a Mûglayê dijî, ji mendalînayên gelek tiştên xweş çê dike. Yek ji van xwarinan jî dolmeyên mendalîna ne. Aslan ku 14 sal berê ji navçeya Tûrhali ya Tokatê berê xwe da Bodrûmê, ewilî bi paqijiya nav malan dest bi kar kiriye. Lê piştî dayika 3 zarokan Aslan fêm dike ku ew ji derheqê metbaxê dertê, vê carê jî berê xwe dide metbaxê. Aslan, pêşî li mala xwe bi mendalînan gelek xwarinan çê dike, paşê bi kargehê re vî karî dike. Aslan ji mendalînan rîçalê, mirebe, sosa mendalînan çê dike. Lê belê ji xwarinên çê dike ya herî zêde balê dikişîne jî dolmeyên mendelîna ne. 
 
JI MENDALÎNAN GELEK XWARINAN ÇÊ DIKE
 
Aslan, bilêv kir ku nêzî 10 sal in tiştên li malê çê dike difiroşe û 8 sal berê piştî tev li şahiya mendalîna bûye, rewşa karê wê guheriye. Aslan, got: "Min biryar girt ku tev li şahiyê bibim. Lê min nizanibû ez ê bi çi tev li şahiyê bibim. Li malê min û zarokên xwe bi hev re nîqaş kir. Kurê min ê mezin got, 'gelo tu dikarî dolmeyên mendalîna çê bikî?' Min jî got, çima nikaribim. Çima bi hemsiyên Behra Reş dolme tên çêkirin, çima ji mendalîna neyê çêkirin. Bi vî awayî me çê kir. Di mîhrîcanê de kêfa gelek kesan jê re hat. Paşê me sûravka wê çê kir." 
 
Aslan, da zanîn ku ew bi rûnê zeytûnan penêrê bisos ê tûj jî çê dike. Aslan, destnîşan kir ku ew salê tonek mendalîna bi kar tîne û got, herî dawî helawa bihîn a bi mendalîna, gulol çê kiriye. 
 
PATENTA WÊ JÎ GIRTIYE 
 
Aslan, anî ziman ku bi dolmeyên medalînan hatiye naskirin û got: "Min bi tiştên bi mendalînan çê dikim, min patenta wan jî girt. Kes nikare bi vî awayî qaşilê medalînan bi kar bîne. Ji bo vê min patent girt û bû tiştekî Bodrûmê. Esntîtuya Patentê ya Tirkiyeyê, got 'ev îcadek e, peydakirina vê mendalînê jî îcadek e.' Ewilî kesî nedixwest, lê paşê bû rojev. Niha her kes çê dike. Armanca min ew e ku jin daxilî nav jiyana karî bibin." 
 
Aslan, bal kişand ser azadiya di warê aborî ya jinan de jî û got: "Berê, min digot gelo wê hevjînê min xerclixê bide min? Paşê ez fikirîm çima ez xwe bi xwe bi dest naxim. Ji roja dixebitim heta niha min serî li ber kesî netewandiye. Pêşî divê jin di warê aborî de azad bibin. Eger jin bixebite û qezenc bike, wê azad bibe." 
 
MA / Esra Solin Dal