Jinên Rojavayî Yekitiya Jinên Kurdistanê ziyaret kirin

  • jin
  • 14:13 25 Îlon 2019
  • |
img
SILÊMANÎ - Heyeta jinan a ji Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê ku ji 5 kesan pêk tê, bi armanca hin hevdîtinan bikin, Başûrê Kurdistanê ziyaret kirin. Heyeta jinan ewil li Silêmaniyê Yekitiya Jinên Kurdistanê ziyaret kirin. 
 
Şandeya bi pêşengiya Asya Ebdullah li bajarê Silêmaniyê li gel rêveber û endamên Yekitiya Jinên Kurdistanê civiyan. Piştî civîna her dû aliyan daxuyanî dan çapemeniyê. Seroka Pêla Pêşeroja Kurdistan Narîn Metîn di daxuyaniyê de axivî û got; “Emê serdana rêxistinên jinan bikin û peyama berxwedana jinên Rojavayê Kurdistanê ji wan re ragihînin. Ji ber ku jinên Rojava karîn bibin sembola aştî û azadiyê. Em dixwazin bi vê serdanê bi hevre kar bikin û ji bo civakak tendirust bandorê li ser aliyên siyasî bikîn.” Berpirsyara Yekitiya Jinên Kurdistanê Seywan Rostem jî diyar kir ku ewê ji bilî mijara jinan, ji bo mijarên netewî jî kar bikin. Şande wê hevdîtinên xwe îro li Silêmaniyê dewam bike û di saet 16.00’an de jî jinên di nava Tevger Goran re hevdîtinê bike.