Gokkan: Em tacîz, tecawiz û tiryakê li her derê teşîr bikin

  • jin
  • 16:56 25 Îlon 2019
  • |
img
ŞIRNEX - Rêxistina HDP'ê ya Cizîrê, li salona konferansê ya partiyê gotubêja "Di mijara Têkiliyên Zayenda Civakî de Jin û Aştî" li dar xist. Aktivîsta TJA'yê Ayşe Gokkan, diyar kir ku dixwazin jinan bi tiryak û fihûşê bê îtîbar bihêlin û wiha got: "Jin êdî ji mêr natirsin. Em tu carî tawîzê ji azadiya xwe nadin. Em tacîz, tecawiz û fihûşê li her derê teşîr bikin." 
 
Rêxistina HDP'ê ya Cizîrê, li salona konferansê ya partiyê gotubêja bi navê "Di mijara Têkiliyên Zayenda Civakî de Jin û Aştî" li dar xist. Di gotubêjê de kesên beşdar bûn, ji bo kesên di têkoşîna aştî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz girtin. Di gotubêjê de Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan, axivî. Gokkan, anî ziman ku heta jin azad nebe, ne civak û ne jî mêr azad dibe û wiha got: "TJA demek berê strarta kampanya "Ji bo guhertin û veguhertinê tu jî rabe ser piyan" da destpêkirin. Ger ku li malekê û di nava malbatekê de aştî tune be, li cihanê jî aştî tune ye. Divê em guhertin û veguhertinê ji malbatê bidin destpêkirin. Heta ku malbat neyê guhertin veguhertin ne pêkan e. Jina Kurd bi têkoşina xwe rêyên nû vekir. Têkoşîna jina kurd rê li pêşiya jinên li Tirkiyeyê jî vekir. Divê em vê têkoşînê bêtir mezintir bikin." 
 
'DIXWAZIN JINAN BI FIHÛŞE BÊ ÎTÎBAR BIKIN'
 
Gokkan, destnîşan kir ku piştî dewletê biryara şer stend û şûnde ewil jin kirin hedefa xwe û wiha got: "Piştî hola şer û pevçûnê pêş xist, di nava civakê de tora tiryak û fihûşê pêş xistin. Bi zanebûn di nava civakê de tiryak û fihûşê pêş dixin. Dewlet dixwaze di nava jinan de bêbaweriyê ava bike. Divê jin nebin lîstika vê yekê. Piştî maseya şer hilweşandin bi zanebûn di nava civakê de tiryak û fihûş pêş xistin. Pergalên dîktator her dem dixwazin civakê birizînin. Vê yekê jî bi tiryak û fgihuşê dikin. bi fihûşê jinan bê îtîbar dikin û sincê civakê xera dikin."
 
'KOLEYÊN NERÎ MEZIN MÊR IN' 
 
Gokkan, herî dawî bibîr xist ku yek ji sedema tundiyê pergala eskeriyê ye û wiha got: "Dewlet bi zanebûn pergala eskeriyê pêş dixe. Li vir tundiya mêr bêtir zêde dike. Tundiyê fêrî mêr dike. Kuştin û lêdanê fêrî mêr dike. Mêr jî piştre tê li jinê tundiyê dike. Lê jinan dijberî vê yekê her dem borî mêr perwerde kir. Îro tê gotin ku mêr azad in. Na ne azad in. Koleyên herî mezin mêr in. Ji ber ku newêrin bêjin em naçin eskeriyê. dema dibin karmend ji sînoran dernakevin û ji li gorî rêgezan tev digerin. Ditirsin. Tenê li ser jinan îktîdara xwe dimeşînin. Bi taybetî li Kurdistanê beşek mezin mêr hatine terbiyekirin. Li gorî dixwazin nikarin li ser jinê tundiyê bimeşînin. Jin êdî ji mêr natirsin. Em ji xwe bawer in. Em tu carî ji azadiya xwe tawîz nadin. Lê divê em rêxistinbûna xwe bêtir mezin bikin. Ger ku em xwe bi rêxistin nekin û bi hêz nekin emê yek bi yek biçin. Divê em pergala tacîz û tecawizê li her derê teşîr bikin. Em şerm nekin. Bila ew şerm bikin. Em kolan bi kolan mal bi mal xebatên xwe mezin bikin. Azadî nêzîk e. Dewlet xelas bûye. Em jin çiqas berxwe bidin emê ew qaz dewletê lawaz bikin. Ger ku em li destkeftiyên xwe xwedî dernekevin hemû destkeftiyên me wê ji destê me biçin."