Ekîba Jin Bihevre Bihêzin dest bi kampanyeya li dijî tundiyê kir

  • jin
  • 12:16 26 Îlon 2019
  • |
img

STENBOL - Ekîba Jin Bihevre Bihêzin, li dijî tundiya li ser jinê  dest bi kampanyeya “Bi Lezgînî Pêşiya Cînayetên Jinan bigire” kir. Kampanya wê heya 25’ê Mijdarê dewam bike. 

 
Ekîba Jin Bihevre Bihêzin a ji jinên sosyalîst, femînîst, gelek rêxistinên jinan û jinên serbixwe pêk tê, di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya Jinê ya nêz dibe, bi gotina “Êdî sebra me ji xwendina nûçeyên cînayetan re nemaye” dest bi kampanyeya “Bi Lezgînî Pêşiya Cînayetên Jinan bigire” kir. Yekemîn çalakiya kampanyayê wê 28’ê Îlonê li Kadikoyê bê lidarxistin. Jin, wê ji Emîne Bûlût bigirin heya Hande Kader çîrokên 100 jinan bixwîn in.
 
'JI BO EM BIBIN DENGÊ JINEKÊ HAYDÊ TU JÎ WERE’ 
 
Banga derbarê kampanyayê hat kirin de wiha ye: “Ji bo 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Tundiya Jinê 2 meh man. Roja Şemiyê 28’ê Îlonê kampanyeya me dest pê dike. Em ê saet 14.00’an de li Kadikoyê bin. Em ê çîrokên bi sedan jinên hatine kuştin û rastî tundiyê hatine bixwîn in. Ne tenê ji bo jiyanê, em ê li dijî tundiyê, ji bo jiyanek wekhev û azad jî lihev kom bibin. Îsyana me jî, piştevahiya me jî ne nû ye. Têkoşîna me ya ji bo Hevpeymana Stenbolê, 6284’an û wekheviya zayendî ya civakî ne nû ye. Lê divê hîn zêdetir em dengê xwe bilind bikin. Ji bo ku em bibin dengê jineke ji nava 100 jinan, haydê tu jî were.”