Doza der barê Kuştina Ceren Damar de dest pê kir

  • jin
  • 11:07 27 Îlon 2019
  • |
img

ENQERE - Danişîna doza kujer Hasan Îsmaîl Hikmet ê Akademîsyen Ceren Damar kuşt dest pê kir. Beriya danişînê Platforma Jinan a Enqereyê edalet xwestin. 

Bersûc Hasan Îsmaîl Hîmet, di 2'ê Çileyê de Akademisyen Ceren Damar Şenel a li Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Çankaya peywirdar bû kuştibû. Dozger der barê bersûc Hasan İsmail Hikmet de bi îdîaya "Bi zanebûn û plan kuştiye" cezayê muebbeta giran xwest. Danişîna doza kuştina Ceren Dabar li 33’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê dest pê kir. Bersûc Hasan Îsmail Hikmet anîn salona danişînê. 
 
Bi hezaran kes hatin pêş avahiya edliyê û lipêş avahiyê girseyek mezin kom bûn. Gelek nûnerên rêxistinên demokratîk û saziyên sivîl amade bûn. Bi hinceta cih li salone tune gelek kes hilnedan salonê. 
 
'EM DIXWAZIN BIJÎN'
 
Beriya danişînê Platforma Jinan a Enqereyê li pêş avahiya Edaletê daxuyanî dan û diyar kirin ku ew edaletê dixwazin. Jinan di daxuyaniyê de pankarta “Em dixwazin bijîn" vekirin û dowîzên “Bila kesek din kêm nebe" “Jiyan Azadî Bêtirs" û “Ne Mêr edaleta rastîn" bilind kirin. Li ser navmê Platformê Hande Komur, daxuyanî da û diyar kir ku li ser gotina kesên dibêjin "Jin û mêr ne wekhev in" jin tên kuştin. Komur, anî ziman ku ji bo îktîdarê jiyana jinan erzan e û wiha got: "Polîtîkayên rê li pêş çekdariya tekakesî vedikin, jinan bi hesanî dikin hefef. Îktîdara rê li pêşiya çekdariya tekakesî nagire jiyana jinan erzan dibîne. Me dît ku yên Ceren Damar qetil kirin bi çekan û kêran bi hêsanî dikarin têkevin zanîngehê. Em ê şopdarê doza Ceren Damar bin." 
 
Girse piştre ji bo danişînê bişopînin derbasî salonê bûn.