‘Divê wekheviya zayendî ya civakî li dibistanan dersa mecbûrî be'

  • jin
  • 09:23 28 Îlon 2019
  • |
img

ÎZMÎR - MEB'ê "Wekheviya Zayendî ya Civakî" ji nav qada çalakiyên civakî û xebatên rehberiyê derxistibûn. Seroka Şaxa Egîtîm Sen a Jimare 5'an a Îzmîrê Şenay Akyol, diyar kir ku wan ji ber vê doz li MEB'ê vekiriye û got: "Divê wekheviya zayendî ya civakî li dibistanan dersa mecbûrî be." 

Wekheviya Zayendî ya Civakiyî, di 12'ê Îlonê de ji nav qada çalakiyên civakiyî û xebatên rehberiyê hat derxistin. Seroka Şaxa Egîtîm Sen a Jimare 5'an a Îzmîrê Şenay Akyol, diyar kir ku wan ji ber vê doz li Wezareta Perwerdehiyê ya Neteweyî (MEB) vekiriye û got: "Divê wekheviya zayendî ya civakiyî li dibistanan dersa mecbûrî be." 
 
Akyol, bi bîr xist ku Tirkiye di sala 1985'an de Peymana Jiholêrakirin Cihêkariyên Li Dijî Jinê (CEDAW) û di sala 2011'an de jî Peymana Stenbolê îmze kiriye û ji ber vê MEB, îktîdara siyasî û YOK'ê mecbûr mane di warê cinayetên jinan û newekheviya zayendî ya civakiyî de gavina bavêjin. 
 
‘MEB XWEDÎ LÊ DERNEKET' 
 
Akyol, gotina Wezîrê MEB'ç Ziya Selçûk bi bîr xist ku gotibû, "Em ê di perwerdehiyê de projeya Pêşxistina Wekheviya Zayendî ya Civakiyî pêk bînin" û got: "MEB û YOK'ê, di warê Bernameya Wekheviya Zayendî ya Civakiyî ay Di Perwerdehiyê De" 162 perwerdekar perwerde kirin. Lê belê du roj şûnde yanî di 12'ê Îlonê de betal kirin. MEB, xwedî li vê projeyê derneket. Di bin navê perwerdehiya nirxî de, rê li ber perwerdehiyeke ku li dibistanên cemaet û weqfan bê dayîn hat vekirin. Berê weqfên dînî protokol dikirin. Niha pêdivî bi îmzekirina protokolê jî nemaye, di plansaziya çalakiyên civakiyî de hin guhertin tên çêkirin û weqf û cemaetên bêyî nasnameya wan î perwerdehiyê hebe daxil dibin." 
 
DOZ HAT VEKIRIN 
 
Aykol, destnîşan kir ku piştî ev yek hatiye betalkirin wan îtiraz kiriye û doz vekiriye û got: "Ji ber wekheviya zayendî ya civakiyî têkoşîna jinê pênase dike hedef hatiye girtin." 
 
‘DIVÊ BIBE DERSA MECBÛRÎ' 
 
Aykol, destnîşan kir ku divê wekheviya zayendî ya civakiyî li dibistanan bibe dersa mecbûrî û got: "Divê mirov ji îktdara siyasî, MEB û YOK'ê re bêje li gor peymanên hatine îmzekirin tev bigerin. Ji bo ev bibe derseke mecbûrî em di hemû çalakiyên xwe de bal bikişînin ser. Pêşî divê li gor daneyên zanistiyî mufredatek bê amadekirin. Divê bi tu awayî cihêkariyê di xwe de nehebîne. Em dixwazin zarok bibin ferdên ku lêpirsînê dikin." 
 
MA / Esra Solin Dal