Meclîsa Jinan: Ji bo ku jin bijîn, bila biçekkirina takekesî bê qedexekirin

  • jin
  • 12:49 28 Îlon 2019
  • |
img

STENBOL - Meclîsa Jinan, diyar kir ku di 8 mehên dest pê kê yên sala 2019’an de ji 301 jinên hatin kuştin 138 jê wan bi çekê hatine kuştin û got: “Ji bo ku jin bijîn, bila biçekkirina takekesî bê qedexekirin.”

 
Meclîsa Jinan, bi boneya 28’ê Îlonê Roja Bêçekirina Takekesî, bi sernavê “Ji bo ku jin bijîn, bila biçekkirina takekesî bê qedexekirin” daxuyaniya nivîskî weşand. Meclîsa Jinan, bibîr xist ku di 8 mehên dest pê kê yên sala 2019’an de ji 301 jinên hatin kuştin 138 jê wan bi çekê hatine kuştin û wiha got: “Helîn Palandoken, Halîde Ozpolat, Ceren Damar û bi dehan jin, bi çekê hatin kuştin.”
 
‘DIVÊ BIÇEKKIRINA TAKEKESÎ BÊ QEDEXEKIRIN’
 
Meclîsa Jinan, da zanîn ku jin herî zêde bi çêkê tên kuştin û wiha rêz kir: “Hêsankirinên biçekkirina takekesî, dibe sedema kuştina jinan. Divê pêşiya vê yekê bê girtin. Ji bo  ku ev pêş bikeve, divê Hevpeymana Stenbolê bê bicihanîn û biçekkirina takekesî bê qedexwekirin.”
 
JI BO KAMPANYAYÊ BANG KIR 
 
Meclîs Jinan, herî dawî banga xwedî derketina kampanyeya ji aliyê bavê Helîn Palandoken a di 13’ê Cotmeha 2017’an de li Pendikê ji aliyê Mûstafa Yetkîn ve hat kuştin Nîhat Palandokên dayî dest pê kirin, kir.