Walîtiya Rihayê meşa jinan a li dijî ‘Cînayetên jinan û îstîsmara zarokan’ qedexe kir

  • jin
  • 15:51 28 Îlon 2019
  • |
img
RIHA - Walîtiya Rihayê, meşa jinan a li dijî “Cînayetên jinan û îstîsmara zarokan” qedexe kir. Platforma Jinan a Bajêr darbarê qedexeya walîtiyê de daxuyanî da û bi pankarta “Em li dijî îstîsmar û tacîzên zarokan bêdeng neman, em ê bêdeng nemîn in” bertek nîşan da. 
 
Platforma Jinan a Rihayê, xwest bi şîara “Cînayetên jinan û îstîsmara zarokan” meşekê li dar bixe. Lê Walitiya Rihayê meşa jinan qedexe kir. Platformê derbarê biryara qedexeya walîtiyê de civîna çapemeniyê li dar xist û bertek nîşan da. Civîna çapemeniyê li Şaxa Egîtim Sen a Rihayê hat lidarxistin. Nûnerên sazî û dezgehên jinan ên li bajêr beşdarî civînê bûn. Platformê di civînê de pankartên “Ji tundiya jinê re bêj êdî bese” û “Em li dijî îstîsmar û tacîzên zarokan bêdeng neman, em ê bêdeng nemîn in”vekir. Sevda Çelik Ozbîngol li ser navê platformê axivî û wiha got: “Walîtiyê meşa me qedexe kir. Tenê di meha Tebaxê de 49 jin hat kuştin û li Rihayê jî di 20 mehên dawî de hezar û 216 zaroka rastî îstîsmarê hatin.”
 
Ozbîngol, da zanîn ku dayikên bi dehan zarok di girtîgehan dene û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bi armanca berjewendiyên siyasî, dixwazin destkeftiyên jinan ên weke hevserokatiyê terorîze bikin. Siyaseta ku bi êş û rondikên çavên dayikan hatiye xemilandin, rê nade ku li welat xeyalên xweş û xweşik bên pêş xistin. Qetilkirnên jina birdozîne. Emê van pêkanîên li ser jin û zarokan qebûl nekin.”