HDP bi jinên Îzmirê re civîya

  • jin
  • 17:04 29 Îlon 2019
  • |
img
 
ÎZMÎR - Meclîsa Jinana HDP'ê li Îzmirê bi jinên Îzmirî re li hev kom bûn û Nobeta Demokrasiyê vegot. 
 
Meclisa Jinan a Partiya Demokratik a Gelan (HDP) ya Îzmirê şahiyek li dar xist û bi jinên Îzmirî re kom bûn. Meclîsa Jinan a HDP'ê li Semta Kemeralti ya Konakê bi jinan re li lev kom bûn. Jinan di civîne de Nobeta Demokrasiyê ya li dijî qeyûman parve kir. Di bernameyê de Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu, diyar kir ku 5 rojin li dijî qeyûman li Îzmirê Nobeta Demokrasiyê digirin û wiha got: "Tayînkirina qeyûmê tê wateya darbeyê. Qeyûm vîna gel xesp kiriye. Di heman demê de li dijî pergala Hevserokatiyê ye. Dema em li pêkanînên faşîzmê dinerin tişta ew dikin dijmin nake. Destkeftiyên jinan û vîna jinan qebûl nakin û êrîş dikin. Pergala Hevserokatiyê Xeta me ya Xemrî ye. Em ê ji bo vê pergalê heta dawî têbikoşin. 
 
Parlamentera HDP'ê Serpil Kemalbay jî diyar kir ku di 4 salên dawî de êrîşên li dijî HDP'ê pir zêde bûne û partiya wan li dijî van erîşan li ber xwe dide. Kemabay, “Di Nobetên Demokrasiye de polîs dora çalakiyên me dorpêç dikin. Dixwazin bi vê dorpêçê têkiliya HDP’ê û ya jin, ciwan, karker û kedkaran ji hev qut bike. Lê vê hewldana tecridê tu carî bi ser neket û wê bi ser nekeve." 
 
 
Kemalbay, bal kişand ser kuştina bi guman a Nadîra Kadîrova ya Ozbekî ku di mala parlamenterê AKP'ê Şirin Unal de pêk hat û wiha axivî: “Em her roj bi cînayetên jinan dihejin. Em hemû xwedî erkin ku li dijî vê yekê rawestin. Divê em hemû ji bo ronîkirina Nadira têbikoşin.b 
 
Parlamentera HDP'ê Şevin Coşkun jî bang li jinan kir di Nobeta Demokrasiyê de tev li kampanya îmzeyan bibin.