Hevdîtinên şandeya jinên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê dewam dike

  • jin
  • 18:07 29 Îlon 2019
  • |
img
 NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeyeke jinên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê pêk tê li navçeya Koyê ya Hewlêrê serdana jinên partiyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê kir.
 
Şandeya jinan a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê di çarçoveya hevdîtinên xwe yên ligel rêxistin û saziyên jinan ên Başûrê Kurdistanê de, li navçeya Koyê ya Hewlêrê serdana jinên di nava Hizba Demokrata Kurdistanê û  Hizba Demokrata Kurdistanê Îranê de, kir.
 
Şandeya jinan di serî de ligel jinên Partiya Demokrat a Kurdistanê civiya û piştre çû serdana jinên Partiya Demokrata Kurdistanê Îranê. Di hevdîtinê de bi awayek giştî rewşa jinan û rewşa jinên rojavayê Kurdistanê nîqaş kirin. Herwiha qala lidarxistina 3'emîn konferansa jinan a neteweyî kirin. Jinên herdu aliyan amadebûna xwe ya ji bo piştgiriya konferansê destnîşan kirin. Herwiha eşkere kirin ku amade ne bi her awayî bibin alîkar.
 
Şandeyê îro saet 17.30'an li Silêmaniyê serdana jinên Yekgirtûya Îslamî jî kir. Herwiha jinan biryar dan ku sibe saet 15.00'ane li Hola Tewarî ya Silêmaniyê têkildarî amadekariyên 3'emîn konferansa jinan û rewşa jinên Rojavayê Kurdistanê semînerekê bidin.