Jinek hat qetilkirin, 2 jin rastî êrîşê hatin

  • jin
  • 18:37 29 Îlon 2019
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Antalyayê zilamê bi navê Ercan K. jinek qetil kir. Li Edenê jî, kesên nasnameyên wan ne diyar, 2 jin birîndar kirin. 
 
Li navçeya Kepez a Antalyayê, zilamê bi navê Ercan K. ê derbarê wî de biryara dûrxistin heyî, xwişka  hevjîna xwe Sîham K. Rajae Aît qetil kir. Ercan K. bi zorê ket mala Sîham K. xwişka wê ya ji Fasê hatibû Rajae Aît bi giranî birîndar kir. Bersûc Ercan K. dûr ji cihê bûyerê revî. Ekîbên ambûlansê yên hatin cihê bûyer Rajae rakirin nexweşxanê. Lê ligel hemû mudaxileyan jî Rajae jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Rajae ji bo otopsiyê rakirin Saziya Tipa Edlî ya Antalyayê. 
 
Li aliyê din hat hînbûn ku Ercan K. ji ber bi pergalî li hevjîna xwe Sîham K. tundû dikir, biryara dûrxistinê derbarê wî de hatibû dayîn. Xebatên ji bo binçavkirina Ercan K. ê Rajae qetil kir, dewam dike. 
 
DU JIN RASTÎ ÊRÎŞÊ HATIN
 
Li navçeya Ceyhan a Edeneyê jî, kesên di erebê de bi rê diçûn, Sûltan O. û Serpîl U. bi çekê birîndar kirin. Kesên rûpûş ên gule barandin, Sultan O. ji lingê wê û Serpîl U. jî ji destê wê birîndar kirin. Polîs û ekîbên tenduristiyê yên hatin cihê bûyer her du jinên birîndar rakirin nexweşxanê. Jinên ku îfade dan polîsan diyar kirin ku ew êrîşkaran nas nakin.  Polîsan darbarê êrîşê de dest bi xebatên lêgerîna van kesan kirin.