Di doza Şûle Çet de pêşketinek nû: Pisporê xwendina lêv hat dîtin

  • jin
  • 10:52 1 Cotmeh 2019
  • |
img

ENQERE  - Di doza Şûle Çet de pêşketinek nû çêbû. Pisporê xwendina lêv hat dîtin. 

Di lêpirsîna derbarê mirina Şûle Çet a li Enqerê ji kata 20 a Plaza Yelken ket xwarê de, 31’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê daxwaz kiribû ku ji bo lêkolîna dîmenên kamerayê, pisporekê ku lêv bixwîne bê dîtin.  
 
Piştî lêgerîna demek dirêj, pisporê xwendina lêv hat dîtin. Hat diyar kirin ku pisporê hat dîtin li Zanîngeha Hacettepe emekdar bûye û niha li zanîngeheke Stenbolê hindekariyê dike. Pisporê lêv xwendinê, wê nîqaşên di navbera bersûcên girtî Çagatay Aksû û Berk Akand ê piştî ketina Şûle Çet li ber asansorê kiribûn, safî bike.