Li Zanîngeha Rojava beşa Jineolojiyê hat vekirin

  • jin
  • 13:51 20 Îlon 2017
  • |
img

QAMIŞLO – Li Zanîngeha Rojava beşa Jineolojiyê jî li beşan hat zêdekirin. Ji niha şûn de ji bo îradeyê jinê pêş bikeve û pirsgirêkên jinan bên dîtin dê ders bên dîtin.

Bi destpêkirina şoreşa Rojava û ragihandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk re, gelek saziyên cûda hatin vekirin. Rêveberiya Xweser beşa perwerdehiyê xist destpêka pilansaziya xwe û meteryalên perwerdehiyê li gorî pêdiviya herêmê çêkirin, her wiha gelek fakûlte û peymangeh jî vekirin da ku civaka herêmê bi zanist û çanda xwezayî dewlemend bike. Yek ji destkeftiyên şoreşa Rojava vekirina zanîngeha Rojava bû, zanîngeh jî hewl dide nifşekî akademîk ku bi zanistê û çanda xwezayî hatiye dagirtin ava bike.
 
Fakûlteya Jineolojî gaveke dîrokî di giştî cîhanê de ye.
 
Piştî ku salek di ser vekirina zanîngeha Rojava re derbas bû ku ji 4 fekûlteyan pêk tê (Wêje, Petrokîmiyawî, Endeziyariya Çandiniyê û Zanistên Perwerdehiyê) zanîngehê îsal jî du fekûlteyên nû vekirin ew jî ev in: “Fakûlteya Jinolojî û Fakûlteya Huneran”
 
Jinolojî meteryaleke perwerdehiyê ya nû li herêmê ye, tevî ku hemû zanîngeh û peymangehên herêmê ev zanist paşguh dikirin, lê piştî şoreşa Rojava baldariya li ser dozên jinan ji nû ve hate destpêkirin û hewldanên sererastkirina şaştiyên dîrokî yên di derheqê jinan de hat destpêkirin. Da ku ji civak ji sîstema baviksalariyê rizgar bibe û wekheviya di navbera jinan û zilaman de pêk were. Ji ber van sedeman fakûlteya Jinolojî di zanîngeha Rojava de hat vekirin û ji bo perwerdekirina wê meteryaleke berfireh hat amadekirin û di nava wê de deriyê Jinolojî, dîroka Jinolojî û zanista jiyana hevbeş dê bêne perwerdekirin.
 
Di vê fakûlteyê de xwendekarên herdu herêmên Cizîr û Firatê dê bixwînin. Fekûlte du salan dirêj dike û sala duyemîn jî sala pisportiyê ye. Piştî ku xwendekar xwendiya Jinolojî bi dawî bikin dê li gorî pisporiyên xwe cihê xwe di saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de cih bigirin.
 
Niha fakûlte pêşwaziya xwendekarên di zanîngehên rêjîmê de dixwendin dike û piştî ew di ezmûnekê re tên derbaskirin ew di zanîngehê de tên qebûlkirin.
 
Li gorî rêveberên zanîngehê hejmareke zêde ji xwendekaran berê xwedane zanîngehê û navên xwe qeyd dikin. Qeydkirin jî di 6 Îlonê de dest pê kir û dê di 30’ê heman mehê de bi dawî bibe. Rêveberan dane zanîn ku wan mamosteyên pispor ji Ewropa peyda kirine û hewl dide xwendina bilind li bernameya xwe ya perwerdehiyê zêde bike.