Navenda jinê kirin saziya 'ferzkirina çêkirina zarokan'

  • jin
  • 09:37 2 Kanûn 2017
  • |
img

AMED - Tevî ku raye nehat dayîn jî, yekem car muftî li Navenda Jinê ya Nujîn a Şaredariya Bismilê ya DBP'ê mehr birî. Jinên siyasetmedar yên jin diyar kirin ku ev encama polîtîkaya AKP'ê ya li dijî jinê ye û îktîdar dixwaze 5 zarokan li jinan ferz bike. 

Şaredariya Bismilê piştî ket destê DBP’ê, di sala 2013'an de li Bismilê ji bo zêde xismetê bide jinan Navenda Jinan a Nujîn ava kirin. Bi sedan jin li vê navendê hatin perwerdekirin û bi sedan jinan li vir ji xizmeta Nûjîn sûd girtin. Lê piştî qeyûm tayinî şaredariya Bismilê hat kirin, Navenda Jinan a Nûjîn desteser kirin û li gorî xwe xist meriyetê. Piştî îktîdarê zagona ku muftî dikare mahrê bibire da, muftî yekem car mehr li Navenda Jinan a Nûjîn ya Bismilê birî. Muftiyê Bismilê Ahmet Durmuş di 15'ê mijdarê de di merasima mehra komî ya şaredariya Bismilê de mehra 30  kesan li Navenda Jinan a Nûjîn birî. 
 
Jinên siyasetmedar yên li Bismilê bertek nîşanî vê yekê dan û polîtikayên AKP'ê yên li dijî jinan rexne kir. Hevseroka HDP'ê ya Bismilê Hatice Oner, diyar kir ku çawa zagona muftî ket meriyetê, yekem car muftî li Bismilê mahr birî û xwest feraseta mêrê serdest li vir serdest bike. Oner, destnîşan kir muftî li ser jinan çêkirina “5 zarokan çêkin" ferz dike. 
 
'DIXWAZIN DESTKEFTIYÊ JINÊ TÊXE DESTÊ MÊR' 
 
Oner, da zanîn ku berê Navenda Jinan a Nujin pir çalak bû û piştî ket destê qeyûmê niha dixwazin têxin kontrola feraseta mêrê serdest û hemû destkeftiyên jinê têxin destê mêr. 
 
‘JI BILÎ ZEWACÊ JIYANEK DIN JI BO JINÊ NAS NAKE'
 
Oner, da zanîn ku beriya Navenda Jinan a Nujin têkeve destê qeyûm û bê girtin, 150 jin li vir dixebitîn û wiha got: "Lê piştî qeyûm tayînî vir hat kirin dawî li karê van jinan anîn. Saziyên jinan yên ji aliyê qeyûmê ve hatin girtin kirin navenda zewacê ya jinan. Ev êrîşa li dijî destkeftiyên jinan in. Dixwazin jinan bizewicînin di malê de hepis bikin. Divê hemû jinên kurd û jinên din destê xwe bidin hev û li dijî vê pergalê dengê xwe bilind bikin. 
 
‘EM KOLETIYÊ QEBÛL NAKIN'
 
Oner, destnîşan kir ku mijarê jinê eleqeder dike raste rast civakê jî eleqeder dike û wiha got: “Erdogan di şexsê jinê de dixwaze civakê bi xwe ve girê bide. Ji jina kurd ditirse. Divê hemû jin dest bidin hev. Çawa qeyûm hat ser kar êrîşî destkeftiyên jinan kirin. 
 
'DIXWAZIN JINÊ BIKIN MOHTACÊ MÊR'  
 
Rêvebera DBP'ê ya Bismilê Methiye Çakir jî destnîşan kir ku di serdema AKP'ê de zextên li ser jinan ji her demê zêdetir bûye û wiha got: "Divê di serdemek wisa de tu jin li malê rûnenê. Divê jin li dijî neheqiyê serî netewînin. Zagonên li dijî mafên jinan û zextên li ser jinan her diçe zêdetir dibe. Ziman, bawerî, jinad û rengê jinê çi dibe bila bibe zextên li ser jinê yek in. Divê hemû jin li diji van zextan dengê xwe bilind bikin. Li Bismilê tenekê sakiyek jinan hebû. Ew jî girtin û xistin xizmeta mêr. Navenda Jinan kirin saziya zewicandinê. Naxwazin jin li hev kom bibin. Dixwazin jinê bikin mohtacê mêr. Pir ji hêz û rêxistinbûna jinê ditirsin. Dixwazin jin li dijî koletiyê serî bitewînin."
 
 
Sedema ku yekem car muftî mehr li herêma kurdan birî li dijî destkeftiyên jinan û rêxistinbûna jinan peyamek e. Li dijî serkeftin û destkeftiyên jinan ên wekhevî, demokrasî û azadiyê êrîşek e. Lê em dibêjin em qet vê pergalê qebûl nakin. Dixwazin bi van zagon û pêkanînan jinan ji temenê zarok de bikin qurbana van zagonan. Dixwazin zarokên me bikin qurban. Çima niha mirovên olî mehrê bibirin. Em vê pergalê qebûl nakin. 
 
Çakir, herî dawî bang li hemû jinan kir û xwest li dijî vê pergalê dengê xwe bilind bikin û vê pergalê qebûl nekin. Çakir, anî ziman ku 2 hefte berê li Bismilê bi komî muftî mehr birî û wiha bi dawî kir: "Muftî hêj prosudura mehrê nizane. Lê radibe mehrê dibire. Muhrî dixwaze navendê bike saziya çêkirina zarokan. Çêkirina 5 zarokan li jinan ferz dike. Li ser bedena jinê zayendîperestiyê ferz dikin."