Koçyîgît: Ji hêza jinan ditirsin

  • jin
  • 15:53 2 Kanûn 2017
  • |
img

STENBOL - Hevberdevka HDK’ê Gulîstan Koçyîgît di civîna Meclîsa Jinan a HDK’ê ya Stenbolê de axivî û wiha got: “Ji têkoşîna azadiyê jinê û hêza jinê ditirsin. Ji ber vê yekê divê ji her demê zêdetir jin bên gel hev.”  

Meclîsa Jinan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Stenbolê, bi armanca balê bikişîne ser tundiya li dijî jinan, li Navenda Çand û Xwepêşandana Av a Aksarayê civîn li dar xist. Di civînê de pankarata “Faşîzm kole dike, meclîsên jinan azad dike” hat vekirin. Hevberdevka HDK’ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît û gelek jin beşdarî civînê bûn. 
 
Di civînê de Hevberdevka HDK’ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît axivî û wiha got: “Desthilatdarî ji jinên azad ditirse. Ji ber vê yekê tundiya li ser jinê weke ku ji rêzê ye nîşan dide. Di demên dawî hemû mafê jinan tên binpêkirin. Polîtîkayên AKP’ê jinan feqîr dike. Di pêvajoya OHAL’ê de herî zêde jin bi bandor bûn. Destpêkê jin hespî malan kirin.” 
 
‘PÊDIVIYA ME BI HEV HEYE'
 
Koçyîgît, da zanîn ku rêxistinên jinan li vê welatî dikarin gelek tiştan biguherin û wiha domand: “Di saya têkoşîna jinan de, di gelek dozên tundiya li ser jinan kujer hatin cezakirin. Îro ji hemû demê zêdetir pêdivî bi mezinkirina têkoşîna jinan heye. Pêdiviya me bi hev heye. Desthilatdarî ji têkoşîna azadiya jinê û hêza wê ditirse. Ji ber vê yekê dixwazin jinan hepsî malê bikin. Em van polîtîkayan dibînin, lê jinên li dijî vê yekê îsyan dikin jî hene. Çalakiyên 25’ê Mijdarê bi bandor bûn, niha li pêşiya me  8’ê Adarê heye. Gelek karên ku jin bikin hene. Jin niha de divê em bi coşeke mezin xwe made bikin.”