Guven: Em dikarin bi pêşengtiya jinan qedera kurdan biguherîn in

  • jin
  • 13:08 3 Mijdar 2019
  • |
img

AMED - Hevseroka KCD'ê Leyla Guven di komxebata "Jin, Nivîs û Nivîskariyê" de axivî û got: "Ji ber ku gelê kurd bi salane êş dikişîne, di helbest û nivîsên wan de tim xemgînê heye. Lê em dikarin bi pêşengtiya jinên helbestvan û nivîskar vê qederê biguherîn in." 

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi armanca balê bikişîne ser pirsgirêkên nivîskarên jinên kurd û çareseriyê ava bike komxebata "Jin, Nivîs û Nivîskariyê" li dar xist. Gelek nivîskarên jinên kurd ji bajarên Tirkiyeyê û Fransayê, Hevseroka Giştî ya KCD'ê Leyla Guven, Parlementera HDP'ê ya Amedê Salîha Aydenîz û Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) beşdarî komxebatê bûn.  Li salona ku komxebat ve pankarta "Deng û Pênûsa Azad Jina Têkoşer a Nemir e" hat daliqandin. Axaftina vekirinê ya komxebatê Hevseroka KCD'ê Leyla Guven kir.  
 
Guven, berî dest bi axaftinê bike kesên tevli komxebatê bûn silav kirin û ji kesên ku jin anîn gel hev re jî spas kir.  Guven, girîngiya komxebatê bibîr xist û wiha got: "Ji ber ku axa me dewlemend e em her bi êrîşan re rûbirû dimînin. Heta niha ku çawa Kurdistan kirine çar parçe, pergala dewletê jî li dijî jinan polîtîkayên qirkirinê dike dewerê. Herkes derbarê axa me de dixwaze biryarê bide. Lê divê em xwedî mafê ku bikaribin çarenûsa xwe tayîn bikin bin." 
 
'JINÊN KURD LEHENG IN'
 
Guven, di dewama axaftina xwe de wiha bilêv kir: "Îro bi saya jinên wekî Jila Huseynî, Dayê Tewraza Hewramî, Jana Seyda û Keja Ahmed çand û wêjeya me pêş ketiye. Pêşketinên çandî yên di pêşengiya jinê de gelek bi nirx in.   Jinên kurd leheng in û di heman demê de ji bo çand û wêjeya xwe pêşve bibin bedelên giran dane.  Jinên wekî Avesta Xabûr û Arîn Mîrkan têkoşîneke ku di dîrokê de ci bigire dan."
 
'EM DIKARIN BI JINAN VÊ ÇARENÛSÊ BIGUHERÎN IN'
 
Guven, wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê jin li hem û qdan bin, kedê bidin û tişta dikeve ser milên wan bikin.  Ger ku zimanê me nebe em nikarin hebûna xwe îspat bikin. Ji ber vê keda jinên nivîskar, ronakbîr û helbestkar girîng e. Ji ber ku gelê kurd bi salane êş dikişîne, di helbest û nivîsên wan de tim xemgînê heye. Lê em dikarin vê çarenûsê bi pêşengiya jinan biguherin. Ez careke din ji kesên ku keda wan di vê komexebatê de heye re spas dikim. Serkeftin ya me ye."
 
Piştre nivîskar Roza Metîne peyama Hevseroka PENA KURD Aslihan Yildirim xwend. Aslihan di destpêka peyama xwe de jinên di girtîgehan de silav kirin û ev peyam da:  "Nivîskarên me yên beriya bi hezaran salan hene .Lê dibin siya zîhniyeta serdest ya mêr de dimînin û nayên zanîn. Ji bo danasîna wan pêdivî bi gelek komxebatên din ên bi vî rengî heye."
 
Komxebata bi sernavê "Jin, nivîs û nivîskarî" wê bi 4 sernavên cuda berdewam bike. 
 
 Bernameya komxebatê wiha ye: 
 
1- Mijara dest pê kê;Dîroka jinên kurd ên nivîskar û pirsgirêkên jinên nivîskar ên kurd ku dijîn
 
Moderator: Ayşe Gokkan
 
2-Di weşanên kurdî de zayendparêzî
 
Moderator: Cevahîr Savak Duzgun
 
3 - Di girtîgehan de Jin û Nivîskarî
 
Moderator: Xecê Şen
 
4 - Teşvîk kirina nivîsandin û weşanê