Jinan li Rihayê bernameya xwe ya 25’ê Mijdarê aşkere kirin

  • jin
  • 15:06 3 Mijdar 2019
  • |
img
RIHA - Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Rihayê û hevparên TJA’yê, bernameya xwe ya çalakiyên 25’ê Mijdarê diyar kirin. Jin wê nêzî mehekê çalakiyên cur bi cur li dar bixin.
 
Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Rihayê û Hevparên Tevgera Jinên Azad (TJA), di çarçoveyê kampanyeya 6  mehan a bi şîara “Ji Bo Guhertinê Tu Jî Rabe Ser Piyan” de, bernameya xwe ya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê aşkere kir. Aktivîsta TJA’yê, Emîne Çetîner, diyar kir ku di 4 mehên derbas bûyî de rastî gelek zext û qedexeyan hatin. Çetîner, da zanîn ku ligel hemû zext û zoriyan jî ew bi jinan re civiyan, vê jî moral û motîvesyonan jinan zêde kir. 
 
‘EM Ê PIRSGIRÊKÊN JINAN BIAXIVÎN’ 
 
Çetîner, bal kişand ser xebatên xwe yên 4 mehan û wiha got: “Dinav 4 mehan de me civîn, çalakî, seminer û xebatên civakî li dar xistin. Gel çalakiyên me jî hatin qedexe kirin. Me li navend û navçeyên Rihayê xebatên xwe dewam kirin. Li Rihayê, armanca me ewe ku em hîn zêdetir xwe bigînin jian û pirsgirêkên wan nîqaş bikin.”
 
Çetîner dûre bernameya xwe ya 25’ê Mijdarê aşkere kir.
 
Bernameya mehekê ya TJA’yê wiha ye; 
 
“* 4-5 Mijdarê, li navenda bajêr civîna jinan bê lidarxistin. 
 
 
* 6 Mijdarê; wê broşurên  li ser roja Têkoşîna li dijî Tundiya Jinê bên belavkirin. 
 
* 7 Mijdarê, Civîna jinan a Bêreçûkê bê lidarxistin. 
 
* 8 Mijdarê; Civîna jinan
 
* 11-12 Mijdarê; Li Serê Kaniyê serdana malbatan bê kirin.
 
* 13-14 Mijdarê; Li Pirsûsê serdana malbatan bê kirin. 
 
* 15 Mijdarê; Li Pirsûsê şitil bên çandin.
 
* 16 Mijdarê; Li Pirsûsê civîna jinan bê lidarxistin. 
 
* 17 Mijdarê; Li Sîweregê panel û sînevîzyon. 
 
* 20 Mijdarê; ji bo girtiyan kart bên şandin.
 
* 22 Mijdarê; Şona bê pêşandan.
 
* 23 Mijdarê; Li Pirsûsê panel bê lidarxistin .
 
* 24 Mijdarê; meşa xwezayê bê lidarxistin. 
 
* 25 Mijdarê; Daxuyaniyek bi girseyî bê dayîn.”