Di Mijdarê de 27 jin hatin kuştin

  • jin
  • 12:37 5 Kanûn 2017
  • |
img

STENBOL -  Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin, tundiya li dijî jinê ya Mijdarê kir rapor. Platformê, di rapora Mijdarê de aşkere kir ku 27 jin hatin kuştin, 29 zarok rastî îstîsmarê hatin û 39 jin rastî tundiya zayendî hatine. 

Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestîn in, tundiya li dijî jinê ya meha Mijdarê kir rapor. Li gorî rapora Platformê, di meha Mijdarê de 27 jin hatin kuştin, 29 zarok rastî îstîsmarê hatin û 39 jin rastî tundiya zayendî hatin.
 
27 JIN HATIN KUŞTIN
 
Platformê di rapora xwe de ev bûyer tespît kirin: “Di meha Cotmehê de herî zêde jin hatin kuştin û di meha Mijdarê de jî, ev hêjmar kêm bû. Ji ber hefteya 25’ê Mijdarê tundiya li ser jinê kê bû. Jinên ku Hejmara 6284 a ‘Qanîna Parastina Jinê’ diparastina ji berk u qad tije kirin, asta tundiyê kêm bû. Jinan di vê mijarê de xwe gihandin raya giştî û ji derveyî çalakiyan, baş xerab hemû aliyan tundiya li ser jinê şarmezar kirin. Ev yek bi bandor bû. Ancaxa ev tenê ne Roja Têkoşîn a li Dijî Tundiya li ser Jinê û Piştevaniyê ye, divê her roj ev bê ser ziman da ku kêm bûn çêbibe. Di çarçoveya van hemûyan de, cardin 27 jin di meha Mijdarê de hatin kuştin.” 
 
Di meha Mijdarê de bajarên herî zêde lê jin hatin kuştin wihane: “Stenbol, Sakarya, Mêrsîn, Şirnex û Antalya ne.  Jinên ku dixwazin ji bo jiyana xwe biryarek nû bidin tên kuştin. Jinên hatine kuştin ji sedî 94 biraya parastina wan heye yan na, nehat tespît kirin.”