Li Sêrtê jin derbasî dîreksiyonê bûn

  • jin
  • 10:23 23 Mijdar 2019
  • |
img

SÊRT - Li Şaredariya Sêrtê, piştî sepana JinKart ku jin pê bi awayekî daketî li wesayîtên rêwitiya komî siwar dibin, niha jî 5 jinên ajokar derbasî dîroksiyonê bûn û dest bi dayina xizmetê kirin. 

 
Şaredariya Sêrtê ku meha îlonê sepana JinKart ku jin pê bi awayekî daketî li wesayîtên rêwitiya komî siwar dibin kir meriyetê, mora xwe bin xebateke din a ji bo jina da. Şaredariya ku ji aliyê Hevşaredar Helen Işik û Peymandara Tûrhan ve tê bi rêvebirin, demeke beriya niha cara yekemîn ji bo ajotina wesayîtên rêwitiya komî, 5 ajokarên jin girt kar.
 
 Navê jinên ku di encama mulatkatê de hatine girtin wiha ne; Songul Înal, Hulya Yildiz, Nûrcan Aksoz, Yusra Yilmaz û Ayşe Akyol. Her pênç jinên ku hatin girtin destpêkê ketin azmûna pêkanînên. Jinên ku azmûnê bi serkeftî derbas kirin, derbasî ser dîroksiyonê bûn û derketin trafîqê. 
 
ŞÊNIYÊN BAJAR JI AJOKARIYA JINAN KÊFXWEŞ IN
 
Ajokarên jin, bi kurdî, tirkî û erebî xêrhatina rêwiyên xwe dikin. Di serî de jin bi giştî şêniyên Sêrtê ji sepanan şaredariyê kêfxweş in. 
 
Ajokar Nûrcan Akgoz û Songul Înal têkildarî têkildarî ajokariya xwe ji Ajansa Mezopotamyayê re axivîn û diyar kirin ku divê tevlîbûna jinan a xebatê bê zêdekirin. Her du ajokaran jî destnîşan kir ku jin dikare her karî bike û şêniyên bajar ji ajokariya wan kêfxweşin. 
 
MA/ Metin Yoksu