Li Kurdistana Federal di 9 mehan de 35 jin hatin kuştin

  • jin
  • 12:30 23 Mijdar 2019
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Herêma Federal a Kurdistanê di nava 9 mehan de 35 jin hatin kuştin û 57 jinan jî xwe şewitandin. 207 jin jî, bi awayeke bi guman şewitîn, an jî xwe şewitandine.
 
Rêveberiya Giştî ya Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ya Herêma Kurdistanê ya Federe, rêjeya tundî û kuştinên jinan ên 9 di mehên sala 2019’an hatin jiyîn de aşkere kir. Li gorî rêjeyê di nava 9 mehan de 35 jin hatin kuştin, 57 jinan jî xwe kuştine û 207 jin jî bi awayek bi guman şewitîn, an jî xwe şewitandin. Li gorî çavkaniyê ji 207 jinan jî, 125 jin şewitîne û 82 jin jî xwe şewitandine. Li gorî vê rêjeya îsal ji kuştin û tundiya li dijî jinê ji par zêdetire.
 
Her wiha hate gotin ku di 9 mehên sala 2019’an de 94 jin rastî destdirêjiyê hatine. Ev rêje jî li gorî par zêde bûye. Heman çavkaniyê da zanîn ku li gorî rêjeyan 8 hezar û 409 doz hatin vekirin û ev yek jî li gorî  par zêde bûye.