TJA: Ji bo ku em yekê din kêm nebin di 25'ê Mijdarê de em dakevin qadan

  • jin
  • 13:06 24 Mijdar 2019
  • |
img

AMED  – Tevgera Jînen Azad (TJA), bi boneye 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Ser Jinê daxuhanî da û got: "Emê bi milyonan jinên cîhanê re, li dijî her cure tundiyê ji bo ku tenê jineke din neyê kutşin li qadan bin. Em bang li hemû jinan dikin ku li dijî tundiyê, qirkirina jinan û krîza aborî tora xwe ya têkoşînê berfireh bikin.

Tevgea Jinên Azad (TJA) bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Naventeweyî ya li Dijî Tundiya li Ser Jinê daxuyaniyek nivîskî weşand. 
 
TJA'yê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku kapîtalîzm û zîhniyeta baviksalar, êrîşî jinên ku ji bo jiyaneke wekhev têdikoşin dike û wiha berdewam kir: "Di nava saziyan de bedena jinê û keda wê bi çewisandinê re rûbirû dimîne û bi vê kolekirina jinê hedef tê girtin."
 
TJA'yê bi rêya daxuyaniya xwe diyar kir ku serweriya zayendparêz li cîhanê bi polîtîkayên dijminane ên li hemberî jinê bi destê çeteyên wekî DAIŞ, El Şabab û Boko Haramê bi hezaran jin dane qetilkirin, bi tundiyê re rûbirû dane hiştin û ji mafên wan bêpar hiştine.
 
'ÊRÎŞ BIRÊXISTIN KIRÎNE'
 
TJA'yê di dirêjiya daxuyaniya xwe de wiha got: "Jin li dijî tundiyê bi salane li ber xwe didin. Ji van berxwedanên jinê ya herî girîng a Xwişkên Mîrabal ku di sala 1960'î de li Komara Domînîkê ya jinan a li dijî DÎktatoriya Trujîllo ye. Piştî berxwedana Xwişkên Mîrabal li tevahiya cîhanê êrîşên li hemberî jinê bi krîza ku êzên afşît li cihanê belav kirin êrîşên li hemberî berxwedana jinê ku bi daxwaza civaka azad tê kirin zêdetir bûn. 
 
DI DEMA AKP -MHP'Ê DE TUNDÎ ZÊDETIR BÛ
 
Li Tirkiyeyê jî dewleta mêr a faşîst û antî demokratîk ku AKP ya 18 sal e li îktîdarê ye berdewamiya wê ye, ji ber polîtîkayên yekparêz û zayendparêz ku dide meşandin krîza ku ketiyê dixwaze bi êrîşên li hemberî jinan ku pêk tîne û êrîşên li ser destkeftiyên jinan hebûna xwe berdewam bike.  Di serdema koalîsyona AKP -MHP'ê de êrîşa zayendî ya li dijî zarokan, qetilkirina jinan, tundî, nijadperwestî û zayendparêzî zêde bûye. Li gorî daneyên fermî yên li Tirkiyeyê tundiya li dijî jinê ji sedî 500 zêde bûye, di 3 salên dawîn de ji hezarî zêdetir jin hatineqetilkrin û 13 hezar zarok bi êrîşa zayendî re rûbirû mane.
 
'NASNAMEYA JINÊ HEDEF DIGIRIN'
 
Bi êrîşên li ser daxwazên jinê yên xwerêveberinê û pergala azadîxwaz re pergala hevserokatiyê hedef hat girtin. Di serîde hevserok û hevşaredar û jinên siyasetmedar bijarteyên ku ji aliyê gel ve hatin hilbijartin hedef hatin nîşandan. Bi vê re nasname û daxwaza azadiyê ya jinan hedef hat girtin.
 
Li dijî faşîzma li ser gelan têkoşîna şopdarên xwişkên Mîrabel di kesayeta jinên wekî Hevrîn Xelef de bi şoreşa Rojava re di têkoşîna jinê ya azadiyê de  bi teşe bûye. Têkoşîna jinê ya hevpar li Rojav ku li dijî DAÎŞ'a li jinan koletî fer dikir a li dijî pergala baviksaler hat meşandin wekî di şoreşa li Rojava de jinên ku ji bo azadiyê li hev kom bûn, têkoşîna xuşkên Mîrabal ji erdnîgariyekê derbasî erdnîgariyeke din kirin û ji diîrokekê derbasî dîrokeke din tê kirin.  
 
Emê li hemû qadên jiyanê bi hemû mekanîzmayên xwe yên rêveberiyê em ê têkoşîna bi salan beriya bi salan me daye destpêkirin berdewam bikin. Heta ku em bi jina azad re jiyaneke azad misoger nekirin em ê têkoşîna xwe berdewam bikin.
 
Em ê di 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Ser jinê, bi milyonan jinên cîhanê re, lidijî her cureyê tundiyê ji bo ku tenê jineke din neyê kutşin li qadan bin. Em bang li hemû jinan dikin ku li dijî tundiyê, qirkirina jinan, krîza aborî tora xwe ya têkoşînê berfireh bikin û em bang li wan dikin ku di 25'ê Mijdarê de dakevin qadan."