‘Jin herî zêde li qereqolan rastî tundiyê tên'

  • jin
  • 12:58 8 Kanûn 2017
  • |
img

ENQERE - Xebatkara Weqfa Piştevaniya Jinê Nîhan Damarli, diyar kir ku jinên rastî tundiyê tên, dema diçin qerqolan, li wir jî tên sûcdarkirin û wan dişînin malên wan û wiha got: “Herî zêde jin li qereqolan rastî muameleyên xerab tên.”

Li Tirkiyeyê her ku diçe tundiya li dijî jinê zêdetir dibe. Di 11 mehên destpêkê yên sala 2017’an  356 jin ji aliyê zilaman ve hatin kuştin. Bi sedan jin rastî tundiya derûnî, fîzîkî, zayendî û aborî hatin. Li gorî daneyên Weqfa Piştevaniya Jinê ku li dijî tundiya li ser jinê têdikoşe, cureyê tundiyê belav bûye. Ji sedî 79 derûniye û ji desî 55 fîzîkiye.  Piştî van cureyên jin rastî tundiya aborî, zayendî, dîjîtal û hwd. tên. Li gorî daneyên weqfê, ji sedî 57 zilamên zewicî tundiyê li hevjînê xwe diken. Piştî hevjînan, herî zêde jin rastî tundiya heval, xizm, heval, hevjinên xwe yên berê û kesên di malbatê de tên.
 
SEDA BINGEHÎN NE WEKHEVIYA ZAYENDÎ YA DI NAVA CIVAKÊ DEYE’
 
Xebatkara Weqfa Piştevaniya Jinê Nîhan Damarli, diyar kir ku sedema bingehîn a tundiyê ji newekheviya zayendî ya di nava civakê deye û wiha axivî: “Zilam tundiyê ji xwe re weke maf dibîn in. Sedemên vê yên cuda jî hene. Bi taybetî dewlet zilamên tundiyê li jinan dikin bi hincetên cuda ceza nakin. Nêrîna weke ku zilamê tundiyê dike hemû psikopatin didin avakirin.”
 
‘DI 2016’AN DE 336 JINAN JI BER TUNDIYÊ SERLÊDAN KIRIN’
 
Damarli, anî ziman ku li dijî tundiya jinê têdikoşîn û wiha got: “Di sala 2016’an de 336 jinan ji ber tundiyê serî li navenda me dane. Di mehê de herî kêm 30 jin serî li navenda me didin, em alîkariya derûnî û hiqûqî ya bê pare ji wan re dikin. Jina ku rastî tundiyê tê em tu carî sûcdar nakin û ji bo xwe baş îfade bike, bawerî didin avakirin. Ji bo me  guhdarkirin esase. Em analîzên pêdivî û rîskan dikin. Em çîroka tundiyê guhdar dikin. Em dixwazin fam bikin ku, dê çi ji wê bikin. Em li ser navê tu jinan biryar nadin û dixwazin em bixwe biryara xwe bide. Ji derveyî Enqerê jin xwe digihînin me. Serlêdan tenê ji bo tundiyê çênabin.” 
 
‘JIN RASTÎ NÊZÎKATIYÊN SÛCDARKIRINÊ TÊN’
 
Damarli, da zanîn ku di rojên derbas bûyî de rapora xwe ya salekê ji raya giştî re eşkere kirin û wiha pê de çû: “Di encama axaftina jinan de me ev rapor amede kir. Jin gava serî li saziyên dewletê didin, rastî nêzîkatî û ferasetên sûdarkirinê tên. Hema bêje bi giştî rewş wihaye. Li qereqolê, di stargehên malan rewş  wisan û dozger jî wisan nêz dibin.”  
 
‘HERÎ ZÊDE QEREQOL MUAMELEYÊN XERAB DIKE’
 
Damarli, herê zêde jin li qereqolan rastî muameleyên xerab tên û wiha domand: “Qereqol bêyî ku îfadeya jinan bigirin 12 saetan radiwestînin. Heya polîs tên, pirsên ‘hûn di pareyê de bi hev nakin, xwedê dizane ka te çikiriye?’ ji jinan tên kirin.  Ji xwe polîs jî heman nêzîkatiyê nîşan didin.  Gotinên rayedarên dewlet û hikûmetê di qereqolan de rastiyê venabêjin. Ger mirovê herî jor bêje ‘Baweriya min bi wekheviya jin û zilam neyê’ gelo dê kesên din çibikin, mijara mereqê ye.”
 
Di dawiya axaftina xwe de Damarli wiha got: “Pergala xizmetkirina edliyê jî li dijî tundiyê rola xwe nalîze. Parêzerên bê pare xizmeta jinan dikin hene. Jin ji vê sûdê nagirin. Hin jinên dozê vedikin nikarin lêçûnên dosya xwe bidin. Ji ber vê yekê nakevin pêvajoyeke hiqûqî. Ji bo parêzeriyê bê pare bigire divê ji 5 saziyan belge bigirin. Hin jin hene, ji bo biçin saziyan pareyên wan tunene. Ji bo jin parezeriyên bê pare xizmetê dikin bigirin divê di şertê xebatên ên bûhayên herî hindik de bixebitin. Ger dahatûyeke wê ya zêdetir hebe, ev daxwaz wê tê redkirin.” 
 
MA / Dîren Yurtsever