Jinan banga ‘em bi yek dengî biçin Dersimê’ kirin

  • jin
  • 11:39 20 Çile 2020
  • |
img
ENQERE – Jinên beşdarî 3’yemîn Konferansa Jinan a HDP’ê bûn ji bo Gulistan Dokû ya 16 roj in winda ye vê bangê kirin: “Em jin hemû bi yek dengî biçin Dersimê.” 
 
Roja şemî û yekşemê 3’yemîn Konferansa Jinan a HDP’ê li Enqereyê pêk hat. Yek ji rojeva konferansê jî windakirina Gulistan Dokû bû. Ji 5’ê çile ve agahî ji xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê ya Dersimê Gulistan Dokû nayê girtin. Jinên beşdarî konferansê bûn ji bo Dokû bang kirin. 
 
Hulya Ertaş a beşdarî konferansê bû da zanîn ku bi windakirina Gulistan Dokû re di demên dawî de li Dersimê bûyerên tecawizê û tacîzê zêde bûne û ev yek jî pratîka kevneşopiya kiryarên ne diyar a Tirkiyê û gotinên baviksalar a îqtîdara heyî dide nîşandan. 
 
‘EM ŞOPDARÊ AQÛBETA GULISTAN DOKÛ NE’ 
 
Endama Meclîsa Jinên Ciwan a HDP’ê Berfîn Can jî diyar kir ku li Dersimê û li bajarên din ên Kurdistanê bi taybetî sepanên cuda li dijî jinan di dewrê de ne û got: “Herî zêde jinên kurd li dijî vêpergalê derdikevin. Tişta ku anîn serê Gulistan Dokû ji polîtîkaya li dijî jinên kurd ne cuda ye. Tişta ku anîne serê Gulistan Dokû li dijî hemû jinan pêk hatiye.” Can anî ziman ku ji ber vê yekê divê jin hemû bi hev re têbikoşin û ew ê bibin şopdarên aqûbeta Gulistan Dokû. 
 
‘EM LI RÊBAZA DÎTINA GULISTAN BIGERIN’ 
 
Beşdara Konferansê Yagmûr Yurtsever jî da zanîn ku tundiya li dijî jinan sîstematîk e û got: “Li cihek mîna Dersimê jinek tê windakirin. Gumanbarê ewil zarokê polîsekî ye. Ev kes jî ji aliyê rayedarên dewletê û walîtiyê ve bi awayek sîstematîk tê parastin. Ev yek jî ne polîtîkayek ku em nû pê re rû bi rû dimînin. Ev yek sîstematîk e. Em hemû di wê ferqê de ne ku pêkanînek li dijî cînsiyetê ye. Em ê li rê û rêbaza dîtina Gulistan, jiyankirin û jiyandina wê bigerin.” 
 
‘EM JIN HEMÛ LI DERSIMÊ MIL BIDIN MILÊ HEV’
 
Gonda Yangor jî destnîşan kir ku divê li dijî vê meseleyê deng were derxistin û got: “Dixwazin ser meseleyê bigirin. Divê jin hemû bi yek dengî biçin Dersimê. Ez bang li jinan dikim ku bernameyek an jî plansaziyek derxin û li cihê bûyer lê qewimiye xwe bikin yek û dest bidin destê hev.” 
 
‘EM Ê TÊKOŞÎNÊ MEZIN BIKIN’ 
 
Rêvebera Meclîsa Jinên Sosyalîst (SKM) Denîz Aktaş jî wiha got: “Ev pêkanîna di şexsê Gulistan Dokû de li ser jinên kurd hatiye kirin. Çawa em ji bo jinên din têdikoşin û têkoşîna xwe mezin dikin, divê em li Kurdistanê jî li dijî bûyerên tacîz û tecawizê têkoşîna xwe mezin bikin û van bûyeran vala derxin.”