Jin li hev civiyan

  • jin
  • 12:33 1 Adar 2020
  • |
img
WAN/ÎZMÎR - Jin, berî 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li Wan û Îzmîrê di taştê de li hev kom bûn. 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li Wanê, bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê, li Kafêya Pirtûkan a Lîlavê ji bo bi hevre taştê bixwin li hev kom bûn. Jinan, xwarên li malên xwe amade kiribûn li ser heman sifreyê danîn û bi hevre taştê xwarin  
 
ÎZMÎR 
 
Meclîsa Jinên Sosyalîst USKM) jî, di çarçvoeya çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de, di taştê de li hev civiyan. Taştê li kafeyekê bajêr hat dayîn. Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmîrê Besriye Tekgur, Rêxistina HDP’ê ya Bajêr, Dayikên Aştiyê, Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmîrê Ayşe Yilmaz û gelek jin beşdarî xwarina taştê bûn. Endama SKM’ê Gulcan Taşkiran, di bernameyê de axivî û wiha got: “Ji bo ku em bersiveke enternasyonal bidin  tevgera jinên di 5 salên dawî de hîn zêdetir li ber xwe dan û li dijî polîtîkayên aborî yên neolîberal, şer, êrîşên li ser beden û qezencên jinan, di 8’ê Adarê de emê dengê xwe bilindtir bikin.” 
 
Taşkiran, di dawiya axaftina xwe de bang li jinan kir ku li dijî şer, tundiya jinê, newekheviyê û krîza aborî di 8’ê Adarê de derkevin qadan û li qadan jiyanê rawestîn in.