Di Sibatê de 22 jin hatin qetilkirin

  • jin
  • 12:50 2 Adar 2020
  • |
img

STENBOL - Li gorî bîlançoya tundî û qetilkirinên jinan ên di meha Sibatê ya di arîfeya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de, herî kêm 22 jin ji aliyê zilaman ve hatin qetilkirin. 

Platforma Amê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP), bîllançoya xwe ya tundî û qetilkirinên jinan ên meha Sibatê aşkere kir. Li gorî rapora platformê, di Sibatê de herî kêm 22 jin hatin qetilkirin û 12 ji van jinan jî, bi awayekê bi guman jiyana xwe ji dest da. Di rapora hat aşkere kirin de wiha hat  got: “Hinceta kuştina 15 jinan nehat tespît kirin, 2 jin ji ber aboriyê, 5 jin ji ber ku xwestin hevjînê xwe berdin û jinên din jî ji ber ku daxwaza hevaltiyê red kirin hatin kuştin. Heya ku kuştina jinan neyê tespît kirin, wê darizandineke adîlane neyê kirin. Ev yek jî wê tundî û qetilkirinên jinan zêdetir bike.”
 
Di dewama raporê de wiha hat gotin: “Ji 21 jinên di meha Sibatê de hatin qetilkirin, yek jê nehat zanîn ji aliyê kî ve hatiye kuştin, 8 jê ji aliyê hevjînê xwe ve, 3 jê ji aliyê heskiriyên xwe ve, 3 jê ji aliyê lawên xwe ve, yek jê ji aliyê bavê xwe ve û yek jê ji aliyê hevjînê xwe yê berêve hatin kuştin. 10 jin bi çekê, 9 jin bi amûrên birînê, 2 jin bi lêdanê û jinek jî bi fetisandinê hatin kuştin.
 
PIRANIYA WAN DI MALAN DE HATIN KUŞTIN
 
13 jin di nava malê de, 3 jin li kolanê, jinek li otelê, jinek li araziyê û jinek jî li cihekê xalî hatin kuştin. 3 jin li ku derê hatin kuştin, diyar nebû.”