Hevseroka KCD'ê Guven: Hêza me jinan a vî şerî rawestîne heye

  • jin
  • 16:25 2 Adar 2020
  • |
img

COLEMÊRG - Hevseroka KCD'ê Leyla Guven bi wesîleya 8'ê Adarê roja Jinan a Cîhanê jinên Çelê ziyaret kir. Guven, bal kişand ser rewşa şerê ku Tirkiye di navde ye û wiha got: "Em jin dikarin vî şerî rawestînin. Hêzame jinan a vî şerî rawestîne heye. Divê ji bo şer bi dawî bibe, berî her tiştî tecrîd bi dawî bibe." 

 
Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, Parlamenter, endam û rêveberên HDP'ê yên bajar û navçeyên Colemêrgê, bi wesîleya 8'ê Adarê roja Jinan a Cîhanê jinên Çelê ziyaret kir. Guven û heyeta pêre ewil esnafên li Çelê ziyaret kir û piştre derbaksî avahiya HDP'ê ya Çelê bû. Guven, li vir axivî û bal kişand ser rewşa şerê ku Tirkiye di navde ye û wiha got: "Em jin dikarin vî şerî rawestînin. Hêzame jinan a vî şerî rawestîne heye. Divê berî her tiştî pirsgirêka esasî tecrîd bi dawî bibe. Divê rêya diyalogê vebe. Heta tecrîd ranebe û diyalog dest pê neke ev pirsgirêk çareser nabe. Divê em jinên ku nûnertiya aştiyê dikin li hev kom bibin û bêtir bibin yek. Divê em li dijî rewşa Tirkiye ya di nava şer de helwesta xwe diyar bikin."