Zilaman bi darê zorê ew xistine nava tora fihûşê

  • jin
  • 11:06 6 Adar 2020
  • |
img

HATAY – Jinên bi navê S., K., û A. ji aliyê hevjîn, hevalên wan zilam û kesên derdora xwe ve bi darê zorê xistine nava tora fihûşê. Her sê jinan diyar kirin ku tora fihûşê bi destê dewletê bi zanebûn li ser civakê ango jinan tê ferzkirin û qala ew çawa ketine nava vê çerxê kirin. 

 
Fihûş navê tundiya zayendî, fizîkî, tecawiz û sûc e. Zilam bi darê zorê jinan dixin nava tora fihûşê û dixwazin civakek bêehlaq a li gorî daxwaza pergalê bê afirandin. Fihûş hema bêje li her devera cîhanê hatiye belavkirin û tê xwestin li ser jiyana civakan were ferzkirin.  
 
Jinên bi navê A., K., û S. ji wan hezaran ango bi milyonan jinên bi wan fihûş tê kirinê ne. Li gel van her sê jinan bi hezaran jin di nava çerxa fihûşê de mane. Bêyî tu rêgez were nasîn ev jin dibin qûrbanên fihûş û berjewendiyên zilaman. 
 
DI TEMENÊ BIÇÛK DE JIYANA WÊ DIBE KABÛS 
 
Xeyala A. tenê ew e ku siberojek bextewar ji xwe re bibîne. Jiyana wê tim kâbus derbas bûye û ev kabûs ji 16 saliya wê dest pê dike. Hêj biçûk e tê zewicandin. Piştî sê salên zewacê, ev zilam tundiya zayendî, fizikî û derûnî li A. dike û her wiha bi hewldana bavê vî zilamî re hevrû dimîne. Piştî salan zarokek wê çê dibe û pişt re ew wî zilamî dest ji hev berdidin. Piştî dest ji hev berdanê A., ji ber pergala heyî dikeve nava tora fihûşê. A., di gelek karan de dixebite û li cihê van karên dixebite her tim bi tacîza zilaman re rû bi rû dimîne û ji ber vê yekê zêde nikare bixebite. 
 
'NAFAKA JÎ TAZMÎNAT JÎ NEDA MIN’ 
 
A., niha 22 salî ye. A., ya ku tiştên hatine serê wê bi zorê ji qirika wê derdikevin wiha vedibêje: “Kesê ez pê re zewicîm 6 sal ji min mezintir bû. Di esasê xwe de bi hezkirin zewicîm. Lê min di wî temenî de digot qey ez hez dikim. Piştî em zewicîn em di nava malbata wî de man. Malbat qelebalix bû. Piştî demekê tundî li min hat kirin. Zilam tundiya derûnî û zayendî li ser min disepand. Ez rojekê jî bi hewldana bavê wî ya tecawizê re rû bi rû mam. Piştî min got ez ê ji her kesî re bêjim ji odê derket çû. Pişt re ez hîn bûm zilamê pê re zewicîbûm nexweş e. Ez di vê pêvajoyê de jê re bûm alîkar. Seranserî zewaca me her roj pirsgirêk hebûn. Di sala duyemîn a zewacê de gengeşe û pevçûnek dijwar di navbera me de derket. Herî dawî min îdare nekir û min dest jê berda. Bi gefan zarok ji min sitend û nafaka û tazmînat jî neda min.
 
LI TIRKIYÊ BI HEZARAN JINÊN MÎNA MIN HENE 
 
Piştî min dest jê berda ez di çend karan de xebitîm. Ji karê sekreteryayê heta karê fabrîkayê ez xebitîm. Dema li cihê kar zilamên dibîstin ku ez jinebî me nêzîkatiya wan cuda dibû û tacîzî min dikirin. Di hemû karan de ji bo demekê dixebitîm. Herî dawî min li cihekî kasiyeriyê kir. Nehiştin ku ez karekî bikim. Nexwê kî naxwaze kar bike. Bi hezaran jinên wek min li Tirkiyê hene. Min ji jinek cîrana xwe desteka kar xwest. Ji ber ez bêkar bûm deynên min jî hebûn. Ji min re got ‘ez ê deynê te razînim, lê tiştên ez bêjim divê tu bikî.’ Pişt re jî bi darê zorê û bi gefan min bir nava fihûşê.” 
 
‘DEWLET BI ZANEBÛN FIHÎŞÊ BELAV DIKE’ 
 
K., jî da zanîn ku pergala dewletê bi zenebûn vê polîtîkayê dispêre civakê û wiha got: “Polîtîkaya pergalê dixwaze vê fihûşê bike rastiya civakê. Hevalê min zilam ê muptelayê tiryakê min kişand nava vê tora fihûşê. 5 sal e min xistine nava vê torê. Malbatê min red kir. Ez li mala hevalê xwe zilam ê hişbirê tiryakê mama. Min bi darê zorê xist nava fihûşê. Di ber tiryakê de bedena min bû bazar. Li ser hesabên medya civakî kiryaran (muşterî) dîtin. Kes jî naxwaze vî karî bike.”
 
JINEK PENABER Û ÇÎROKA XWE 
 
Jinên penaber jî bûne amûrê tora fihûşê. Yek ji van jinên xistine nava tora fihûşê jî penabera ji Idlibê S. ye. Çîroka S., wek kurteya şer, koçberî û penabertiyê ye. 
 
S., di sala 2014’an de ji ber şer ji welatê xwe koç dike û ew jî wek bi sed hezaran penaber derbasî Hatayê dibe. S., jî wek A., di temenê zarokatiyê de tê zewicandin. Dema li Idlibê bûye hêj 15 salî bûye û bi zilamê 8 sal jê mezintir re tê zewicandin û 5 zarokên wê çêdibin. S., ji ber şer neçar dimîne li gel malbata xwe tê li Hatayê bicih dibin. Li Hatayê debar û şertên jiyanê lê du qat dijwar dibe. Ji her şertên jiyanê li Hatayê ji bo S., rojên bi kabûs dest pê dikin. Zilamê ku bi S., re zewicî ye lê tahde dike û bi darê zorê ji aliyê wî zilam û zilamên derdora wî ve wê dixin nava tora fihûşê. 
 
'GELEK JINÊN SÛRIYÊ XISTINE NAVA TORA FIHÛŞÊ’ 
 
S., a hêj 22 salî ye diyar dike ku zilamê pê re zewiciye karê taksîvaniyê dike û dibêje “Ew bi xwe muştiriyan tîne.” S., destnîşan dike ku li Hatayê gelek jinên Sûriyê bi darê zorê arasteyî tora fihûşê tên kirin û wiha got: “Nemaze ev jin di bar û pavyonan de tên xebitandin. Di bin navê navê zewacê de fihûş tê belavkirin. Jin ji aliyê bavê xwe, hevjînê xwe û birayên xwe ve tên bazarkirin. Bi zarokên 15 salî fihûşê didin kirin. ‘Hevjînê min’ di 18 saliyê de min bi darê zorê xist nava fihûşê. Xwişkek min li Stenbolê heye ew jî ji aliyê hin kesên din ve bi darê zorê xistin nava tora fihûşê.” 
 
MA / Hamdullah Kesen