'Jin dikarin ji derheqê hemû zor û zehmetiyan derkevin'

  • jin
  • 09:26 7 Adar 2020
  • |
img

WAN – Fadîme Polat, di warê muzîka kurdî de zarokan perwerde dike û sentûrê hînî wan dike. Polat, anî ziman ku jin dikarin ji derheqê hemû zor û zehmetiyan derkevin. 

Hunermenda sentûrê Fadîme Polat ku di bin banê Komeleya Muzîk û Çandê ya Aryenê de dixebite, anî ziman ku divê jin hîn bêtir di qda hunerê de cih bigirin û ji bo vê yekê israr bikin. Polat, diyar kir ku malbata wê û derdorê xwestiye dev ji vê yekê berde, lê belê wê israr kiriye û got, jin xwedî wê hêzê ne ku dikarin ji derheqê hemû zor û zehmetiyan derkevin. 
 
ZIMANÊ ZIKMAKÎ Û HUNER
 
Polat, anî ziman ku 4 sal in bi muzîkê re eleqedar dibe û niha di warê muzîkê de zarokan perwerde dike û snetûrê hînî wan dike. Polat, diyar kir ku di dema perwerdehiyê de li ser stranên kurdî dixebitin û got: "Çimkî em ji dema zarokatiyê ve tên asîmlekirin. Tişta divê bê kirin, zarok hay ji muzîka kurd hebin. Divê em bi zimanê zikmakî hunerê li ber dilê zarokan xweş bikin. Di vî warî de barê giran li ser milê jina ye. Çimkî zarok ewilî hînî zimanê dayikê dibin. Heger em dixwazin zarokan baş perwerde bikin, divê em pêşî wan bi zimanê wan ê zikmakî mezin bikin. Divê jin hemû bi zimanê zikmakî bi zarokên xwe re biaxivin." 
 
Polat, kêfxweşiya xwe ya ji bo çand, muzîk û hunera kurdî jî anî ziman û got: "Wekî her jinê, ez jî heta hatim vira bi gelek zor û zehmetiyan re rû bi rû mam û min li ber xwe da. Wekî her kesî malbata min jî bi çavekî ji rêzê li vî tiştî mêze dikirin. Heta digotin, 'tu biçî zanîngeh çêtir e.' Lê min guh neda van tiştan. Min di muzîk û hunera kurdî de israr kir. Çimkî ivîn bûm û bi kêfxweşî vî karî dikim. Hê jî zextên malbata min û civakê didomin. Lê ez dev jê bernadim û her diçe israra min zêdetir dibe." 
 
'EM DEV JÊ BERNEDIN' 
 
Polat, anî ziman ku hunermendên jin hemû bi van zext û zoriyan re rû bi rû dimînin û got, lê divê jin dev jê bernedin. Polat, got: "Ji xwe jinbûyîn bi tena serê xwe pirsgirêk e. Li gor civakê gava jinek biçe ser dikê û bistrê, mesele ye. Yim mêran stran gotine, tim mêran li enstrumana dane û tim mêra çûne ser dikê. Lê gava em li dîrokê mêze dikin, em dibînin destpêka hunerê jin e. Lê çima jin hunerê nake? Tişta dibê bê kirin, divê jin di hunerê de israr bike. Divê em bi hunera xwe bibin yek û vê yekê bi civakê bidin qebûlkirin."