Jineke bi têkoşînê mezin bûye

  • jin
  • 09:06 8 Adar 2020
  • |
img
AMED – Gava hevjînê Nûray Abay a 70 dixwaze hewiyê bîne ser wê, Abay jî li ber vê radibe û dev ji hevjşnê xwe ber dide. Dû re ji Dêrikê berê xwe dide Amedê. Li Amedê ji bo debara xwe bike bi salan çayvaniyê, dergevaniyê û karê zaroknêriyê dike. 
 
Nûray Abay a 70 salî ku li Dêrika Mêrdînê tê dinê, hê di 15 saliya xwe de bi zorê tê zewicandin. 20 salan zewicandî dimîne û 4 keçên wê çê dibin. Gava zewicandiye, hem li malê hem jî li nav erd dixebite. Lê ji ber ku zarokên wê yê kur çê nabin, hevjînê wê radibe dixwaze hewiyê bîne ser wê. Abay jî li ber vê radibe, lê belê hevjînê wê hewiyê tîne ser wê. Ew jî di sala 1985'an de dev ji hevjînê xwe berdide û. Piştî dev ji hevjînê xwe ber dide 5 sal şûn de, yanî di sala 1990'î de tevî 4 keçên xwe berê xwe dide navçeya Rezan a Amedê. Ji bo debara zarokên xwe bike bi salan dergevanî, çayvanî û karê zaroknêriyê dike. Her wiha li gel van zor û zehmetiyan jî bi salan di nav têkoşîna azadiyê ya kurd de cih digire û hema bêje j tu çalakiyê jî namîne. 
 
18 SAL IN 8'Ê ADARÊ PÎROZ DIKE 
 
Abay ku berzendika wê ya kesk, sor û zer bi salan e di destê wê de ye û hineya li destê xwe û hungilîska xwe nîşan dide û dibêje, gelek caran xwestiye berzendika wê derxin, lê belê wê nedaye wan. Abay, diyar dike ku 18 sal in tev li çalakiyên 8'ê Adarê dibe û dibêje wê di mîtînga îro de jî cih bigire. Abay, dibêje piştî bîbiriya jinbûnê û ezm û cehda têkoşîna jinbûnê lê peyda dibe, haya wê ji hêza jinê çê dibe. 
 
Abay, diyar dike ku ji ber temenê wê mezin bûye êdî nikare bixebite. Abay, bilêv dike ku bi salan li dijî zext û zoriyan derketiye û dibêje: "Gava em zewicandîbûn me nizanibû têkoşîn çi ye. Hevjînê min ez ne dibirim tu derê jî. Me nizanibû partî an jî têkoşîna jinê çi ye. Gava ez hatim Amedê, pêşî ez xebitîm û ji bo li ser piya bimînin têkoşiyam. Ewilî min zehmetî kişandin, lê dû re lê hay bûm ku ev têkoşîn ji bo azadiya jinê ye û hê bêtir têkoşiyam." 
 
‘JIYAN TÊKOŞÎNÊ LI ME FERZ DIKE' 
 
Abay, bilêv dike ku hem xebitiye hem jî li zarokê xwe nêriye û dibêje, 4 keçên ku li ber mêran serî natewînin mezin kiriye. Abay, dibêje: "Hema bêje ji dema HADEP'ê ve di bin partiyên kurdan de bia wayekî çalak xebtîme. Li kuçeyan me û jina mil daye hev du û em têkoşiyane. Me di nav çalakiyên greva birçîbûnê, çalakiyên li dijî qeyûman de cih girt. Heger jin dixwaze bihêz bibe, ev di destê wê de ye. Tu ke snikare tiştekî bide kesî. Divê tu bi xwe bistînî. Ez ê bitêkoşim. Jiyan têkoşînê li me ferz dike. Heger em netêkoşin em ê winda bibin." 
 
MA / Fethî Balaman