Platforma Jinê ya Elewiyên Îzmîrê ji bo wekheviyê têdikoşe

  • jin
  • 10:38 13 Adar 2020
  • |
img

ÎZMÎR - Jinên ku di saziyên Elewiyan de cih digirin, ji bo ku di bawerî û rêveberiyê de wekhevî pêk bê, Platforma Jinê ya Elewî ya Îzmîrê ava kirin. 

Di bingeha çanda Elewîtiyê de mafê wekhevîtiyê heye. Ev wekheviya jin û zilam bi demê re tune bûye û jin ji bo ku mafê wekhevîtiyê pêş bixin Platforma Jinê ya Elewî ya Îzmîrê avakirin. Elîf Bakir, Fadîme Dogan , Nebatah Çelîk, Gulîstan Gul û Şevda Çîçek derbarê avakirina platformê û pirsgirêkên jinên Elewî dijîn de axivîn. 
 
'JIYAN BI JINÊ DEST PÊ KIR’
 
Elîf Bakir, diyar kir ku 30 salin di rêxistinên cuda yên Elewiyan de dixebite û wiha axivî: “Li Îzmîrê nêzî 15 malên cemê hene û bi dehan komeleyên wan hene. Lê di van hemûyan de wekhevî tuneye. Dema ku me platforum ava kir. Zilam û pîrên em rexne kirin. Em bi çewherê xwe ketin rê. Em di ferqê de bûn ku wê barê me giran bibe. Me dizanîbû wê saziyên elewî bertekê nîşanî me bidin. Ligel van hemû jiyan jî me zanîbû ku wê jinên elewî piştgiriyê bidin me. Ji bilî jinan hemû kesî ji me re gotin ‘hîna pir zûye.’ Lê jiyanê bi jinan dest pê kiriye. Gelo çima zû be? Ji ber vê yekê me aştî, wekhevî, xweza û heskirina mirovahiyê kir çeltikê xwe û em ketin rê.”  
 
‘JINAN TENÊ XIZMETA MITBEXÊ DIKIRIN’
 
Bakir, da zanîn ku ew rêxistinbûyîna jinên Elewî esas digirin û wiha got: “Ji bo ku em xwe bi rêxistin bikin em diçûn Mala cemê, lê tenê me xizmeta mitbexê dikir. Tenê ev kar didin me. Qadên jinan teng dikirin. Mafê jinê yê axaftinê jê digirtin. Lê belê em canin û mafê me yê wekhev heye. Di rêveberiyê de û di baweriyê de jî mafê me yê gotinê heye. Em dixwazin bibin wek hev.” 
 
‘TU CARÎ MAFÊ AXAFTINÊ NEDAN MIN’
 
Fadîme Dogan jî, diyar kir ku bavê wî Pîrê Elewiyan bû û wiha bilêv kir: “Di dema cemê de ez li gel dayik û bavê xwe rûdiniştim. Bavê min li Îzmîrê pîrtî dikri û ez her tim beşderî cemê dibûm. Dayika min jî keça pîrekê bû. Lê bavê min tu carî dûa ne da dayika min ku bike. Dema min ev yek ji bavê xwe pirs kir, ji min re got, ‘Li ser kevilê Îmam Huseyîn enxec seyîdên zilam rûnin.’ Lê ya ku mirov ji Qada Kerbelayê derxistin Dayika Zeynep bû. Ji wê rojê û vir ve cihê jinê di çanda Elewîtiyê de her tim li pêşe. Lê niha jin bi tu awayî nayin didin û mafên wan ji wan hatiye girtin.
 
‘DI ELEWITIYÊ DE WEKHEVIYA JINÊ TUNEYE ‘’
 
Hevseroka Komeleya Elewî ya Demokratîk Nehabat Çelîk jî, da zanîn ku ji bo ku jinên elewî xwe bi rêxistin bikin platform avakirin û wiha axivî: “Di Elewitiyê de hekheviya jinê di pratîkê de tuneye. Gelek pîr li dijî vê platforma me derketin. Ji bo ku jinên elewî cihê xwe di platformê de bigirin, me xebat bi rêve birin. Em dixwazin ku di pêşengtiya jinan de ceman pêş bixin.”
 
‘DI DÎROKA ME DE WEKHEVIYA JINÊ HEYE’
 
Gulîstan Gul a berî 45 salan ji Ardahanê koçî Îzmîrê kir jî, diyar kir ku ev 10 salin di malên cemê de xizmetê dike û wiha got: “Di malên cemê de ez fêrî çanda xwe bûm. Li gorî ku min dîtiye di baweriya Elewîtiyê de cih ji bo jinê tuneye. Lê di dîroka me de, jin û zilam wekhevin. Niha tenê di gotin de jin heye. Lê di çalakiyê de cih ji bo jinê tuneye.”
 
‘BILA TÊKOŞÎNA DAYIKA FATMA NEYÊ JI BÎR KIRIN’
 
Şevda Çîçek jî, dest nîşan kir ku ev 7 salin di Mala cemê de dixebite û diyar kir ku di heman de di Koma Jinê ya Melodîka de dixebite. Çîçek, da zanîn her ku diçe, rolê jinê ya di nava vê çandê de tune dibe û wiha got: “Elewîtî baweriyeke kevnare. Ji bo ku em baweriya xwe pêş bixin û mezintir bikin, divê mafê gotinê yê jinê jî hebe. Dema jin tunebin baweriya me jî paş dikeve. Ji bo vê yekê em bang li hemû jinan dikin ku cihê xwe di platforma jinê ya Elewî de bigirin.” 
 
MA / Sevda Aydin