Jinên nikarin biçin kar ji bo debarê bang kirin

  • jin
  • 09:44 3 Nîsan 2020
  • |
img

ÎZMÎR -  Jinên kedkar ên li malê ku ji ber koronayê nikarin bixebitin diyar kirin ku zehmetiyên debara jiyana xwe dikişînin û xwestin însanên debara wan nabe werin parastin. 

Karkerên rojane dixebitin û wek din qezenca wan nîne ji van rojên vîrûsa koronayê de zehmetiyên ekonomik dikişînin. Yên herî zêde dibin mexdûr jî jinên kedkar ên li malan paqijiyê dikin û li malan dinêrin in. Fatma Dogan (50) û Sûna Yîgît (41) ên li malan kedkariyê dikin ji ber şewba koronayê nikarin biçin kar. Her du jinan behsa van rojên dijwar kirin. 
 
‘JI BO DEBRÊ DIXEBITIM LÊ KAR NÎNE’ 
 
Fatma Dogan a dayika zarokekî diyar kir ku bi salane ew li malan karkeriyê dike û got: “Sîgortaya min jî nîne. Bi salane ez li malan karkeriyê dikim. Kesên ez diçim malên wan di grûpa rîska bi ser 65 salî re ne. Loma êdî gazî min nakin. Ez ji bo debara xwe vî karî dikim. Neçarim bixebitim. Em jî nizanin em ê çi bikin. Dema ez dixebitim tevdîrên xwe yên li dijî vîrûsê digirim.” 
 
‘DIVÊ HIKUMET MALBATAN BIPARÊZ E’ 
 
Sûna Yîgît a dayika du zarokan jî jî da zanîn ku ew ji cihê karê xwe veqetiyaye û ji ber vê yekê jî neçar maye karên rojane yên bi yewmiye bixebite. Yîgît diyar kir ku ji ber şewbê êdî kes gazî wan nake ku biçin li malan bixebitin û got: “Her kes ji ber vê şewbê ditirse û gazî me nake. Bi rojane ez û malbata xwe li malê rûniştine. Dema ez û hevjînê xwe dixebitin dikarin debara malbata xwe bikin. Mala me kirê ye û wek din qezenca me jî nîne. Li aliyekî em biçin kar nabe em necin kar jî nabe. Em jî ji xwe re şaş mane.” Yîgît diyar kir ku banga li “malê bimîne” raste lê bele kêm e û got: “Pêwîste hikumet kes an jî malbatên nikarin debara xwe bikin û mîsogeriya wan a qezence nîne divê biparêz e.” 
 
MA / Sevda Aydin